Navê PKK, YPG li gel Heşda Şeibî, Artêşa Azad di lîsteya reş a NY de
Di listeya navborî de navên aliyên tevlî binpêkirinên mafên zarokan bûne hatine nivîsandin.
Navê PKK, YPG li gel Heşda Şeibî, Artêşa Azad di lîsteya reş a NY de
Neteweyên Yekbûyî (NY), navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), PKK, Heşda Şeibî, Artêşa Azad a Sûriyê xiste nava lîsteya xwe reş.
Neteweyên Yekbûyî (NY), navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), PKK, Heşda Şeibî, Artêşa Azad a Sûriyê xiste nava lîsteya xwe reş. Ew welat û rêxistinên dikeve nav vê lîsteyê bi binpêkirina mafên zarokan û îşkencekirinê têne tohmetbarkirin. Çend kes, rêxistin û welet, ji bo ku navê wan di raporê de neyê aşkerekirin hewldanên diplomatîk û ekonomîk dikin.
Di listeya navborî de navên aliyên tevlî binpêkirinên mafên zarokan bûne hatine nivîsandin.
Di lîsteya îsal de navê YPG û Artêşa Azad a Sûriyê jî hat zêdekirin. Herwiha di lîstê de navê PKK û milîsên Şîe yên ser bi Heşda Şeibê jî heye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin