
Naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî
.
A+A-
Roja çarşema 12 ê Adara 2025 li peywendiyeke telefonî ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat da, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li Sûriye guftûgo kirin.
Li vê peywendiya telefoniyê da birêz Mezlûm Ebdî hurgilî û encama serdana xwe ya Şamê û hevdû têgihiştina wan ya bi Hikûmeta Sûriyê re ji bo Serok Barzanî şîrove kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da tekez li ser wê yekê kirin ku piştgiriyê li her hengavek bê kirin ku bibê sedema aştî û aramiya li Sûriye û her wiha ewe jî dûpat kirin ku pêwîste li hengavên nû yên proseya siyasiya Sûriyê da helwesta Kurdan yek be.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin