Nêçîrvan Barzanî daxwaza sizadana encamderên cînosayîdan dike

Nêçîrvan Barzanî daxwaza sizadana encamderên cînosayîdan dike

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, peyamek li roja cîhanîya bîraznîn û rêzgirtinê li qurbanîyên cînosayîdan belav kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatîye: Bi rêz ve bîranîna qurbanîyên cînosayîdên Kurdistanê û cîhanê dikîn, silav û dirûdan dişînîn bo canên pakirjên wan qurbanîyan.

Serokê Herêma Kurdistanê di vê rojê de, daxwaz ji civaka nêvdewletî kirîye, kar bike daku cînosayîd dûbare nibin û encamderên cînosayîdan bigehin sizayê xwe.

Li sala 2015 Neteweyên hevgrtî, roja 09/12/ ji her sal bi (roja bîranîn û rêzgirtinê ji qurbanîyên cînosayîdê rêgirtinê ji wê tawanê) dana. Ev roj jî hevdem li gel bîyasakirina rêgirtin û sizadana encamderên cînosayîdê li sala 1948.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin