
Nêçîrvan Barzanî: Destkeftiyên îro encama xwîn, xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê ne
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera 38emîn a kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de peyamek belav kir.
Barzanî diyar kir ku vê tawanê armanc kiribû şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kurdistanê û xelkê welatparêz ên wê herêmê ye.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Azadî û destkeftiyên îro yên Herêma Kurdistanê, encama xwîn, xebat û qurbaniyên gelê kûr ê Kurdistanê ne. Rêzgirtin û dilsoziya herî mezin ji bo giyanê şehîdan, ew e ku em ji bo gelê Kurdistanê dahatûyeke baştir misoger bikin. Ev yek jî bi yekrêzî, hevgirtin û xizmetkirina zêdetir ji bo Kurdistanê pêkan e.”
Barzanî her weha silav û rêz ji malbat û kesûkarên şehîdên wê tawana rejîma berê re şand û tekez kir ku ev herêm her tim bingeheke girîng a xebat, têkoşîn û pêşmergeyatiyê bûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin