Nêçîrvan Barzanî diçe Fransayê û dê bi Macron re bicive

Nêçîrvan Barzanî diçe Fransayê û dê bi Macron re bicive

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê biçe Fransayê û dê bi serokkomarê wî welatî Emmanuel Macron re bicive.

Koşka Elyseeyê ragihand ku roja 14ê Nîsanê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Li gorî daxuyaniyê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê li Koşka Elyseeyê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî bike.

Koşka Elyseeyê diyar kir ku  Macron û Nêçîrvan Barzanî dê guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj bikin.

Her wiha amaje bi vê jî kir ku Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî dê ewlehiya herêmî û hevkariya di têkoşîna li dijî terorê de binirxînin.

Li gorî heman daxuyaniyê her du serok dê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Di navbera Parîs û Hewlêrê de pêwendiyên bihêz hene û ev çend car in ku Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransayê û bi Serokkomarê Fransayê re dicive.

Fransayê heta niha di gelek qonaxan de piştgirî daye Kurdan.

Van salên dawiyê jî pêwendiyên Parîs û Hewlêrê bi berdewamî bihêz dibin.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an, ji aliyê Hikûmeta Îraqê û welatên  herêmê ve li ser Herêma Kurdistanê zexteke mezin çêbû.

Fransayê li hemberî van zextan tekezî li ser parastina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin