Nêçîrvan Barzanî: Divê hêzên ku ti eleqeya wan bi Şingalê re nîne ji wir derkevin
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Divê hêzên ku ti eleqeya wan bi Şingalê re nîne ji wir derkevin” û li ser hilbijartina Mihemed Şiya Sûdanî wek Serokwezîrê nû yê Iraqê jî got: “Ew hêjayî wê ye ku were piştgirîkirin. Divê derfet ji wî re bê dayîn ku ji bo hinek pirsgirêkên Iraqê çareseriyan bibîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 2ê Mijdara 2022an di Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” a li Hewlerê bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê de axivî û got, “Nabe ku herêmên kesk û zer hebin û divê Herêma Kurdistanê hebe. Ez gelekî li dijî bikaranîna wê termê me.”
Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêkên di navbera YNKê û PDKê de anî ziman, “Ez ewqasî ne reşbîn im ku bibêjim pirsgirêkên di navbera YNK û PDKê de çareser nabin lê a girîng çawa em li hev dinêrin, divê her du alî li xeletiyên xwe mikur bên û bigihin têgihîştineke hevbeş.”
Nêçîrvan Barzanî di forumê de derbarê nekirina hilbijartinên Parlamentoyê Kurdistanê di dema xwe de jî diyar kir wî hewl daye ku hilbijartin di dema xwe de were encamdan, “Lê mixabin partî li ser tiştên gelek bêwate negihîştine encamekê” û amaje bi wê yekê da ku ne bi dilê serokatiya parlamentoyê jî bû maweya hilbijartinan were dirêjkirin û hêvî kir ku ji bo hilbijartinên pêşerojê “destûreke me hebe”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa hewlên Hêzên Hevpeymanan ji bo yekkirina Pêşmerge jî kir û got, “Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê gelek alîkar in ji bo yekkirina Pêşmerge û proseyê jî ku ber bi pêş ve çûye lê hîn bi dawî nebûye û nabe em van gavan biçûk binirxînin.”
Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku pirsa Kurdên Êzidî wek karteke siyasî neyê bikaranîn û got, “Êzidiyan gelek êş kişandine û bi awayekî rêk û pêk guh nehatiye dayîn bo wan” û daxwaz kir ku Rêkeftina Şingalê bi awayê heyî were cîbicîkirin û got, “Divê hêzên ku ti eleqeya wan bi Şingalê re nîne ji wir derkevin.”
Barzanî li ser rewşa ewlehiyê ya Iraqê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Eger rewşa ewlehiyê li Iraqê xirab bibe, Herêma Kurdistanê jî dê têk biçe” û anî ziman, “Hêvîdar im Iraq û Herêma Kurdistanê ders ji paşerojê werbigirin.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Mam Celal û Serok Barzanî ji bo vê Iraqê çi ji destê wan hat, kirin” û got, “Aramiya Iraqê girêdayî Herêma Kurdistanê ye, eger Herêma Kurdistanê di warê siyasî de aram be, ev destkeft û serkeftin e ji bo Bexdayê.”
Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de got, “Nabe Bexda, Herêma Kurdistanê biçûk binirxîne. Ji bo Bexdayê baştir e ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bike, Hewlêr daxwaz dike ku kêşe li gorî destûrê bên çareserkirin.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ji sala 2004an û vir ve her hikûmetek li Iraqê hatibe avakirin, “Di navbera me de ti metneke nivîskî tunebû lê niha cara yekem peymanek heye û hatiye îmzekirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin