Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê êrîşa moşekên balîstîk a ser Hewlêrê de peyamek belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir. Barzanî got, armancgirtina Hewlêrê bi vî awayî û dubarebûna wê, pêşhateke tirsnak e û binpêkirineke aramî, ewlehî û serweriya Iraqê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Gelekî bi tundî êrîşa moşekî şermezar dikin ku derengê şeva borî bi awayekî tirsonek bi bêyî ti bihaneyekê xelk, aramî û ewlehiya Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê kir armanc.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Spas ji Xwedêyê mezin re ku ti ziyaneke canî jê derneket. Em hevsoziya xwe ji welatiyên hêja yên Hewlêrê re radigihînin ku di bin siya nîgeranî û bendewariyê de demeke dijwar derbas kirin. Rûbirûbûna kêşe, gef û metirsiyan tebayî, yekrêzî û karê pêkveyî yê hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyên wê dixwaze.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Aramncgirtina Hewlêrê bi vî awayî û dubarebûna wê, pêşhateke tirsnak e û binpêkirineke aramî, ewlehî û serweriya Iraqê ye û ji bilî ji alozkirina rewşê û ziyangihandinê Ii niha û pêşeroja tevahiya Iraqê, ti armanceke din a wê nîne.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Daxwazê ji Hikûmeta Iraqa Federal û civaka navdewletî dikim bi cidî li ser vê destdirêjiyê rawestin û her hewlekê bidin ta careke din rê neyê dayîn bêrêzî li ser serwerî û aramiya welatiyan bê kirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin