
Nêçîrvan Barzanî: Li Kurdistanê pirrengiya olî û çandî qet nebûye bargiranî
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pirrengiya olî û çandî li Kurdistanê ti carî nebûye bargiranî û got, “Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku di parastina azadiya olî de ew modeleke rastîn e.”
Merasîma Roja Nizaya Niştimanî bi dirûşma "Ey Xweda, Kurdistanê biparêze" li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nêzîkî 600 berpirsên bilind û serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemanterên welatan û nûnerên hikûmetan beşdar bûne.
“Herêma Kurdistanê modeleke rastîn e”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li merasîmê axivî û bal kişand li ser pirrengiya olî û çandî ya li Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li dirêjahiya salan, Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku di rêzgirtina li pirrengiyê û parastina azadiyên olî de û di afirandina jîngeheke aram a ji bo hemû pêkhateyên cuda de ew modeleke rastîn e.
“Em bi biryarî xebatên xwe didomînin”
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Em di wê baweriyê de ne ku xurtkirina aştiyê, ji baweriya kûr, bi nirxa mirov û rêzgirtina ji rûmeta mirovahiyê ya bê cudahî derdikeve holê.
Ev nirx tenê dema ku di siyasetên giştî, perwerde, dadmendî û hevkariya di navbera ol û çandan de bên piştgirîkirin û bi bawerî li ser bên xebitin, bi temamî cih digirin
Em li Herêma Kurdistanê di vî warî de bi biryarî xebatên xwe didomînin."
“Gotûbêjeke rastgo ji bo çareserkirina nakokiyan rêya herî baş e”
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de ragihand ku ezmûn û dîrokê îsbat kirine ku gotûbêjeke rastgo, ji bo çareserkirina nakokiyan û bihêzkirina baweriyê di navbera xelkê de rêya herî baş e.
“Cûdahî ne gef e”
Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişand li ser girîngiya merasîmê û wiha domand:
“Em vê çalakiyê wekî gaveke girîng a ber bi xurtkirina çanda têgihiştin û rêzgirtina hevbeş ve dibînin.
Di heman demê de ev ji Kurdistanê ji bo cîhanê vê peyamê radigihîne:
Cûdahî ne gef e, çavkaniya dewlemendiyê ye û civak dema ku li ser bingeha ewlehî û şefafiyetê bên avakirin, dikarin bi aştî û rûmet bi hev re bijîn.”
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de wiha got:
"Hemû bi xêr hatin Hewlêrê, bi xêr hatin Kurdistanê, axa aştî û pêkvejiyanê.
Gelek kêfxweş im ku em di merasîma Roja Duaya Niştimanî de bi hev re ne ku cara yekem e li Kurdistanê bi rê ve diçe û ev rêjeya mezin a ji serokên olî û kesayetiyên fikrî ji ol û çandên cuda, beşdarî vê merasîmê dikin.
Her ji vir, dubare bi germî û ji dil, pîrozbahiya Cejna Vejînê (paskalyayê) li tevahiya welatiyên mesîhî yên me li Herêma Kurdistanê û Îraqê û li hemû cîhana mesîhiyetê bi giştî dikim. Hêvîdar im cejneke aram û rehet, derbas bikin.
Îro jî ev destpêşxeriyeke girîng e ku bi dîtina Herêma Kurdistanê re ji bo çespandina çanda pêkvejiyanê û têgihiştinê diguncê, dûr ji alozî û dabeşbûnê jî, zemîneyeke giştgîr ji bo danûstandina ruhî û mirovî, di navbera gelan de, pêk tîne.
Piralîtiya olî û çandî li Kurdistanê, tu caran bargiranî nebûye, belkî kaniya hêz û aramiyê û hertim cihê şanaziya me bûye.
Di dirêjahiya salan de, Herêma Kurdistanê selimandiye ku nimûneyeke rastîn e di rêzgirtina piralîtiyê û parastina azadiyên olî û çêkirina hawîrdoreke aram ji bo hemû pêkhateyên cuda çi ji her ol û neteweyekê bin li Herêma Kurdistanê.
Wekî vê sibehiyê me guh da axaftinên birêz Mele Ebdullah Weysî, Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bû ku behs kir, nimûneya herî zindî ya çanda piralîtî û pêkvejiyanê û lêborînê li Kurdistanê, ew bû dema ku 2014an welatiyên êzidî û mesîhî yên me li ser destê terorîstên DAIŞê rûbirûyê jenosîdê bûn, li Behdînan bi taybetî û li gelek cihên din ên Kurdistanê jî, deriyê mizgeft û dibistanan ji bo awarebûyan vekirin û hemû alîkarî û hevkarî ji wan re hat pêşkêşkirin.
Dema ku destpêka du hezaran, mixabin pêlên tundûtijiyê li dijî welatiyên mesîhî û xelkê sunnî li cihên din ên Iraqê dest pê kir, ew hatin li Herêma Kurdistanê bicih bûn.
Li vir li Herêma Kurdistanê, li dergûşa lêborînê û pêkvejiyanê, pêşwazî li wan hat kirin û hatin hewandin.
Hemû ev tişt li ser fermana rasterast a Cenabê Serok Mesûd Barzanî hatin pêkanîn. Wisa lê hat ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya zêdetirî du milyon aware û penaberan kir.
Rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê zêdetir ji sedî 33 zêde bû. Niha jî nêzîkî yek milyon aware û penaberan hene.
Bi xweşbextî ne hingê û ne niha tu pirsgirêk û bûyerên ewlehî û civakî rû nedane. Niha jî yên ku vegeriyane cihê xwe, bîranînên wan yên xweş li Herêma Kurdistanê hene û berdewam bi seredan têne vir.
Baweriya me ew e ku bihêzkirina aştiyê ji baweriya kûr a bi nirxên mirov û bi rêzgirtina li rûmeta mirovahiyê bêyî cudahî, tê.
Ev nirxane wê demê temam cihgîr dibin ku di siyasetên giştî, perwerde, dadwerî û hevkariya di navbera ol û çandan de, piştgiriya wan hebe û bi bawer pê kar bê kirin.
Em jî li Herêma Kurdistanê, bi ciddî û bê rawestiyan, kar ji bo wan dikin.
Ezmûn û dîrokê selimandiye: danûstandina rastgo, çêtirîn rê ye ji bo çareserkirina nakokiyan û bihêzkirina baweriyê di navbera xelkê de.
Ji vir, em vê çalakiya ku îro li Hewlêrê tê encamdan, wekî gaveke ciddî dizanin ber bi çespandina zêdetir a çanda têgihiştinê û rêzgirtina li hev, herwiha peyamek e ji Kurdistanê ve, ji Hewlêrê ve ji bo cîhanê ku dibêje: Piralîtî gef nîne, belkî çavkaniya dewlemendiyê ye û civak dikarin bi aramî û bi rûmet, pêkve bijîn dema ku li ser bawerî û vekirîbûnê, têne avakirin.
Her di vê derfetê de, careke din em hevxemiya kûr a xwe ji bo koça dawî ya Qedaseta Papa Francis derdibirin ku nimûnyê sadeyî û vekirîbûna rastîn bû.
Em hemû dua ji bo wî dikin û Xwedayê mezin canê wî şad bike.
Qedaseta wî, bi serdanekê ji bo Herêma Kurdistanê di sala 2021ê de, em serbilind kirin.
Ew serdan wek bûyereke dîrokî di bîranîna hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê û Iraqê de bêyî cudahî dimîne û her dem cihê şanaziya me dibe.
Mîrata wî, wek çirayekê ji bo aştî û lêborînê berdewam di nav me de û li hemû cîhanê, dê amade be.
Em hêvîdar in ev roj bibe kevneşopiyeke salane ku çanda guhdarîkirinê û lêborînê û hevqebûlkirinê û pêkvejiyana aştiyane bihêz bike û hevkar û beşdar be di firehkirina pirên baweriyê di navbera civakê de, herwiha bibe dengê hemû wan kesên ku bawerî bi aştiyê hene wek hevparî û berpirsiyarî.
Gelek spasiya hemû wan kes û aliyanan dikim ku beşdarî di rêkxistina vê çalakiyê de kirin.
Spas ji bo hemû wan beşdar û birêzan ku ji hundirê welat û ji derveyî Kurdistanê ve hatine.
Piştgirî û beşdariya wan, girîngiya vê peyamê derdixe û hêviyê dide me ji bo pêşerojeke aram û dadweranetir, her wiha li Herêma Kurdistanê zêdetir me han dide û Kurdistan hertim wekî niştimanê piralîtiyê, pêkvejiyanê, hevqebûlkirinê, lêborînê, têgihiştinê û aştiyê dimîne."
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin