Nêçîrvan Barzanî: Rêya parastina destkeftên me bi hevgirtin û yekrêziya me dibe

Nêçîrvan Barzanî: Rêya parastina destkeftên me bi hevgirtin û yekrêziya me dibe

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bo merasîma vegerandina Cenazeyê Fermandarê Hêza Komando ya Herêma Kurdistanê Akam Omer de diyar dike ku ji her demeke din zêdetir pêwîstî bi yekrêziyê heye û dibêje: “Rêya parastina destkeftên me bi hevgirtin  û yekrêziya me dibe.”

Cenazeyê Akam Omer îro Şemiyê 17ê Berfanbara 2022yan, bi rêya Firokexaneya Silêmaniyê ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin û merasîmeke serbazî pêşwazî lê hat kirin û piştî nîvro jî cenaze bi merasimekê li Goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê hat veşartin.

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma vegerandina cenazeyê Fermandeyê Akam Omer de, ji aliyê Şêwrimendê Bilind yê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ve hate xwendin.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de dibêje: “Ji her demeke din zêdetir pêwîstiya me bi yekrêziyê heye, bi taybetî PDK û YNK.”

Di gotara Nêçîrvan Barzanî de hatiye, Herêma Kurdistanê li ber gef û metirsiya cidî ye, jihevdûrketin û hevdu redkirin, şikista hemûyan e û şikesta Herêma Kurdistanê ye.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Îro em hemû beşdarî vê merasima xemgîn dibin û rêz û hurmetê didin tekoşîn û fedekariya fermandarekî ciwan û sersaxiyê ji malbat, xizm, hevrê û hevalên wî re dixwazin. Ev fermandarê jêhatî di dema erka netewî ya parastina Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû. Şehîd Akam Omer, fermandarê mêrxas û netirs ê hêzên komando, weke ku hevrê û hevalên wî jî gotine, her tim di eniyên herî pêş ên parastina Kurdistanê de cih girt û ti carî rê neda ku Pêşmerge û yên di bin fermana wî de li pêş wî rûbirû  bi dijmin re bibin.

Bi ruhê xwe yê welatparêzî, bi exlaqê xwe yê bilind, bi baweriya xwe ya bi gel û welatê xwe, her tim amade bû ku fedakariyê bike. Di dawiyê de jî di erkê xwe yê parastina Kurdistanê li hember terorîstan de şehîd bû. Em careke din ji malbat, xizm, rêheval û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin. Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin rehma xwe li giyanê şehîd Akam bîne û ji xizmên wî re jî sersaxiyê dixwazin. Her wiha bi ruhê rêhevalê wî Şehîd Mulazim Zûherî şad be.

Dîroka gelê Kurdistanê dîrokeke tijî berxwedan e, bi fedekarî û xwîna bi hezaran şehîdên vî welatî, bi rondik û êşa bi hezaran dayikên ku dilê wan birîndar bûye, hatiye tomarkirin. Azadî û destkeftên gelê Kurd îro, statuya siyasî û federalî ya Herêma Kurdistanê, encama têkoşîn û qurbanîdana bê hempa ya hemû pêkhateyên gelê me ye. Em hemû deyndarê xwîna şehîdan, êş û fedakariya malbatên wan in. Ji vir şûnde em cangoriyên ku bi ruhê xwe yê bilind xwedî li gel û axa Kurdistanê derketine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Dilsoziya bo şehîdan û malbatên wan re, herî zêde bi parastina destkeftiyên bi xwîna gelê Kurdistanê dibe.

Di vê qonaxê de ku herêm bi giştî di nava alozî û nearamiyê de ye û Herêma Kurdistanê rûbirûyê metirsiyên cidî ye, pêwîst e em yekrêzî û hevgirtina xwe kûrtir bikin û weke hemû pêkhate, hêz û alî bi taybetî PDK û YNK bi hev re kar bikin. Serkeftin û destkeftên Herêma Kurdistanê tenê bi yekrêzî û hevgirtina me dibe. Hevgirtin û yekrêziya me dê bibe pîvana hêz, amadehî û navûdengê me li Bexdayê, li qada navneteweyî û li pêşberî hevpeymanên me.

Cudabûn, parçebûn, nakokî û nepejirandina hevdu têkçûna ne yek tenê ji me ye lê têkçûna me hemûyan  ya Herêma Kurdistanê ye. Hemû hêz, partî û pêkhate bi taybetî jî Herêma Kurdistanê, YNK û PDK bi yekrêzî û yekdengiyê dê bi ser bikevin. Têkçûnên me nabe serketina yekî din. Serkeftin û têkçûn ya me hemûyan e. Di yekitî û hevgirtinê de em hemû gelê Kurd û hemû pêkhate jî di nav de bi ser dikevin. Di pevçûn, veqetandin, parçebûn, nakokî û redkirina hev de, em hemî winda dikin û têk diçin.

Lewma em îro di vê merasimê de careke din bang li hêz û aliyên siyasî dikin ku pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi diyalog û jihevtêgihiştinê çareser bikin. Werin em yekîtiya xwe biparêzin. Werin em hemû bi hev re ji bo parastina destkeftan, ji bo federalîzmê û niha û paşeroja gelê Kurd kar bikin.

Careke din silav li giyanê şehîd Akam Omer û hemû şehîdên Kurdistanê. Ez silav li hemû Pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlekariya Kurdistanê dikim ku her dem amade bûne canê xwe ji bo parastina axa welat bidin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin