Nêçîrvan Barzanî: Tarik Ziya Ekîncî dê tim li bîra me be
.
A+A-
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên Tarik Ziya Ekîncî re xwest.
Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî doh koça dawî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û siyasetvan û ronakbîrê Kurd, Xwedêjêrazî Tarik Ziya Ekîncî, sersaxiyê li malbat û hevalên wî dikim, hevparê xema wan im.
Hêvî dikim Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe canê wî şa bike û aramiyê bide hemûyan.
Em bi rêz û pêzanîn li ked û xizmeta wî dinêrin û her tim dê di bîra me de bimîne.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin