Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

Nêçîrvan Barzanî, bi vexwendineke fermî ji bo beşdariya 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê gihiştibû Tirkiyeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê Xê li ser hevdîtina Ehmed Şer got:

“Min bi Serok Ehmed El-Şera li Antalyayê hevdîtinek kir.

Min bi kêfxweşî hevdîtinek bi Serok Ehmed El-Şer re li Antalyayê pêk anî. Me rewşa li Sûriyeyê gotûbêj kir ku wî dîtina xwe ya ji bo Sûriyeya paşerojê ya ku hemû gelên xwe dihewîne parve kir.

Min pesnê nêzîkatiya wî ya hevgir da û piştgiriya me ya berdewam ji bo wî piştrast kir.

Me her wiha pabendiya xwe ya hevbeş a ji bo şerê berdewam ê li dijî DAIŞê dubare kir.

Ez ji ber dilsoziya Serok El-Şer a ji bo aştî û ewlehiya herêmê kêfxweş bûm.”

Îro 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi serperiştiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.

4 hezar mêvanên navxwe û biyanî ku di nava wan de 20 serok û serokwezîr, 50 wezîrên karên derve yên welatan, 70 wezîrên din ên welatan, 60 nûnerên payebilind ên rêxistinên navneteweyî beşdarî forumê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî di nava wan 20 serok û serkirdeyên ku bi fermî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve hatine vexwendin de ne.

Serokê Herêma Kurdistaanê di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Foumê dê heta 13ê mehê berdewam bike û sê rojên 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) de 52 panel dê bên lidarxistin.

Gelek mijarên girîng ên wekî guherîna avhewayê, têkoşîna li dijî terorê, ewlehiya xwarinê û hişê çêkirî dê bên nîqaşkirin.

Foruma yekem a Dîplomasiyê ya Antalyayê sala 2021ê, foruma duyem di rojên 11-14ê Adara 2022yan, sala 2023yan ji ber erdhejên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nehat lidarxistin û foruma sêyem jî di rojên 1-3yê Adara 2024an de hat lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya forumê de dê bi gelek serkirde û berpirsên cihanê û herêmê re civînên dualî pêk bîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin