Nêçîrvan Barzanî wezîrê bergiriyê yê Estonyayê Pevkor qebûl kir
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wezîrê bergiriyê yê dewleta Estonyayê Hano Pevkor qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê: wezîrê bergiriyê yê Estonyayê Pevkur, di çarçova koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞIDê de wê seredana leşkrên Estonyayê bike û li ser têkoşîna li hemberê terorê li ser pêşdeçûnan axifî.
Di qebûla Nêçîrvan Barzanî de, her dû teref balê kişandin ser dewama ewlehî û îstîqrara herêmê û ji bo IŞİD bi temamî li herêmê têk here, divê misyona koalisyona navdewletî dewam bike.
Nêçîrvan Barzanî bi sedema Estonya di çarçova hêzên koalisyona navdewletî de li Kurdistanê wezîfe girtiye ser milên xwe, ji bo Estonya û hêzên leşkerî sipasiya xwe kiriye û behsa girîngiya dewama hevkariya Kurdistan û Estonyayê kiriye.
Di qebûla Nêçîrvan Barzanî de, behsa mijarên Iraqê, herêmê û mijarên ku her dû terefan eleqedar dike axifîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin