Nemsa 7 mizgeftan digire û meleyên tirk dersînor dike!
Hat ragihandin ku hikûmeta Nemsayê biryara girtina 7 mizgeftan û dersînorkirina 60 melayên tirk daye.
A+A-
Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz diyar kir ku hikûmeta wî biryara girtina 7 mizgeftan û dersînorkirina 60 melayên tirk daye.
Ev biryara Hikûmeta Nemsayê piştî wê yekê hat, ku hejmarek ji girte vîdyoyên nava wan mizgeftan li ser torên civakî hatine belavkirin û tê de bêrêzî bi cihûyan hatiye kirin û di wan vîdyoyan de jî diyar dibe ku hin mela zarokan fêrî tundiyê dikin.
Di nava mizgeftan de bi ala Tirkiyê merasîmek hatibû lidarxistin û ev yek rastî rexneyên tund hatibû.
Li gorî medya Nemsayê, ew mizgeftên hatine girtin, ji aliyê karsazekî Tirk ve hatine avakirin û piraniya melayên wan mizgeftan bi regez tirk in.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin