Netanyahu: Erdoğan kurdan dikuje

Netanyahu: Erdoğan kurdan dikuje

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragehand ku, Erdogan kurd û Sûriyan dikuje û bi hezaran welatiyên xwe jî dixe zindanan.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li ser rûpela xwe ya Tiwîterê belav kir ku, Tirkiyê di bin hukmê Erdogan de bûye dîktatoriyeteke tarî, lê Îsraîl pêkvejiyanê diparêze.

Herwiha Binyamîn Netanyahu da zanîn ku, Erdogan kurd û Sûriyan dikuje û bi hezaran welatiyên xwe dike zindanan.

Berî niha Serokê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan di daxuyaniyekê bi tundî yasaya dewleta netewî li Îsraîl şermezar kiribû û gotibû ti cudahî di navbera Hitler û Îsraîl de tûne ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin