
Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu careke din bi awayekî zelal got ku ew qet destûrê nade ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di axaftina xwe ya ku di televîzyonê de hat weşandin de, tekezî kir ku biryara wî ya li ser vê mijarê "qet milîmetrekê jî" naguhere.
"Ez dê qet destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe"
Benjamin Netanyahu got, "Ez ê qet destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe.
Ez ji vê biryara xwe venagerim, ez gavekê jî paş de navêjim, ne bi qasî milîmetrekê jî."
"Em teslîmî daxwazên Hemasê nabin"
Serokwezîr Netanyahu, di daxuyaniya xwe ya derbarê şerê li Xezeyê de ragihand ku şer di qonaxeke hestiyar de ye û got ku ew teslîmî daxwazên Hemasê nabin, ji ber ku ev wê bibe serkeftineke ji bo Îranê.
Netanyahu got, "Şer dê heta ku şiyana leşkerî û ya Hemasê bi temamî bê rakirin, berdewam bike. Heke na, bûyerên 7ê Cotmehê û êrişên roketî dê dubare bibin."
"Artêşa Îsraîlê dê li Xezeyê bimîne"
Netanyahu ragihand artêşa Îsraîlê dê li hin herêmên stratejîk, di nav de Korîdora Philadelphiayê ya di navbera Xeze û Misirê de, hebûna xwe bidomîne.
Her wiha Netanyahu îdia kir ku Hamas dixwaze artêşa Îsraîlê ji Xezeyê derxe û careke din deverê bixe bin kontrola xwe.
Netanyah wiha pê de çû, "Pêkanîna van armancan, peyamekê dide dijminên Îsraîlê ku ew dikarin bi êrişên roketî û serdegirtinan Îsraîlê neçar bikin ku gav paş de bavêje."
Malbatên dîlan bang dikin ku agirbes çêbibe
Li aliyê din, di bersiva daxuyaniyên Netanyahu de, berdevkekî ku nûnertiya malbatên dîlên Îsraîlî dike, bang kir ku ji bo ku dîl bi saxî û silametî vegerin, divê şer bi dawî bibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin