Netewayetî, Çîn û Siyaset
Di gotubêjên siyasî, entelektuelî û kulturî de mirov herdem pêrgî têgehên weke netew û çîn dibe. Pêwendiyên wan herdû têgehan hergav tên niqaşkirin. Her çiqase ev herdû têgeh weke qategoriyên dîrokî tên pênase kirin jî, ew herdem di nava gotubêjen siyasi û enteletuelî de, di sıyaseta rojane de, bi haweyekî zindî di rojeva civakan de ne. Netew û çîn hergav zindî û dinamik in. Ji ber ku ev têgeh gerdûnî ne, tevahî ne, li cîh û warekî realîze dibin û dûra jî li gori pêwendiyên civakî şênber dibin. Dıbin heyvanê civakî di formasyonên dîrokî de. Ne tenê li ba Kurdan, li hemû deverên Dînyayê netew û pêwendiyên netewan bi çinên sosyal re derdikevin pêşberî karên entelektuelî û siyasî. Di her formasyonên civakî de ev herdû têgeh bandorê li hevdû dikin, gelek caran hevdû himbêz dikin, hinek caran ji hevdû def didin…
Her kes dizane ku netew ji çînên sosyal pêk tên. Lê çînên sosyal bi serê xwe nebin netew. Netew, dikare çînên sosyal bi hevdû ve girêbide. Bibe xerca civakê, bi taybet li ba netewên bindest, weke Kurdan ûhw. Lê netew tucaran nikare bikeve dewsa çînên sosyal. Ji ber ku netew, ne tenê ji gundiyan, ne tenê ji karkeran, ne tenê ji burjuwazi - çi biçûk û çi mezin- pêktê. Netew, ne tenê partî û sazîyên sivil in, ne tenê serok û reber an, ne tenê nivîskar û hunermendan pêktê. Ne tene ji bazirgan û dewlemendên welatekî pêktê. Netew, wan qategoriyên civakî hemûyan jî di nava xwe de dike pêkhate. Wana bi hevdû ve dicebirîne. Ev cebirandin li ser ziman, kultur û jiyana hevbeş ava dibe. Endamê neteweyekî ji bona armancên netewî tine cem hevdû. Netew wana dike xwediyê projeke pêşeroj e. Sozan dide ji bona ku demokrasî, azadî, geşedan, wekhevî di nava hemû kesên ku endamê vî netewî ne belav bibe û bibe hîmekî civakê. Ji ber vê yekê mirov tucaran nikare netewekî daxine hejmareke, qategorîyeke, tenê helwesteke an ji birûbahweriyeke siyasi…
Em dibinin ku rojana ev têgehên hanê tên bikaranîn. Ne tenê li ba netewên ku hîna bindestên lê belê netewen ku serdestin jî, tegêha netewî li ba wana mijarekê germ e. Têgeha netewî bi xwe re, bi hest û fikren xwe re gelek mirovan dixîne nava liv û tevgereke civakî. Bi taybet jî di pirsa netewî de û pêwendiyên vê pirsê bi pirsa çînayetî re, bi pirsa serokatîyan re herdem niqaş tên kirin. Hemû alî ji wan têgeh û pêwendîyan ji xwe re helwesteke pêşerojê ya îdeal dîyar dikin, bi vê helwestê armancekî siyasî dide ber xwe.
Xeyala xwe baş bidin welatê Ewrupa; gelek ji wana, îro bi pirsa netewî û netewayetiyê re rûberû dibin. Netewîbûnê bi haweyekî negatîf derdixînin pêş. Netewîbûnê di dawî de weke pirsa nejatekî homojen pênase dikin. Lê ew jî û hemû kes jî baş dizane ku, têgeha nejat, têgeheke çêkiriyê, ne rastîyê. Ji rastîyên dîrokî û formasyonên kulturî gelekî dûr e. Ji ber hinek fikrên siyasî ev têgeh derdikeve qada siyasetê. Lê ji hela zanistî de, di nava mirovan de bingehê vê têgehê tüneye. Li beramberî vê têgeha razber, ango nejat, rastîyên civakî û tıxûbên nejatperestan qet li hevdû nakin. Netew, ne li ser nejatan ava dibin. Pîvanên netewîbûnê dîrokî ne, zimanî ne, kulturî ne, sosyal in, bîr e, coğrafya ye, aborîye ûhw. Baş diyarê ku rastgirên Ewrûpa, têgeha netew û nejat li dijî biyaniyên welatê xwe, hest û fikrên netewî ji bona siyaseta xwe ya şaş bikartînin. Her çiqasî têgeha netew têgeheke bêalî û dîrokî be ji, ew di destê nejatperestan de dibe manîpulatîf.
Hitler bi vê rêbazê şaş netewa Elman xiste ser rêyeke şaş û malkambax. Di wan tevgirêdanan de Nazîyan, di nava xwe de û propaganda siyasî de qala ji holê rakirina netewa xwe dikirin. Mirovên xwe wilo di tırsandin. Lê baş tê zanın ku ew siyaset tije derew bû, manîpulasyon bû, xapandin bû û bî kêrî netewa Elman jî nehat! Ew helwest tenê xizmeta Nazîyên Elman dikir. Li ser navê netewa Elman, wana ne tenê Cihû lê belê Elmanên ku ne weke wana bûn jî dikuştin, wan zindan dikirin, dest datanîn ser mal û milken wana. Nazîyan, Elman ji welatê wana diqewirandin! Li gorî dîtinên Nazîyan netewa Elman, tenê ji yên ku weke wana bûn, pêkdihat…
Naziyan bêşerm digotin; netew em in!
Em eşkere dibînin ku di civaka Kurdan de jî Iro pirsa netew û netewayeti herdem di rojevê de ye. Em gelek caran ji hevdû dipirsin; netewa Kurd ji kîjan qategoriyên sosyal pêk tê? Ji bona mînak kesên ku ji welat bi sedsalan koçberbûnê gelo dikevin nava têgeha netewa Kurd? Mirovê ku asimîlebûne, ango bûnê neteweyeke din, jî ziman û kultura xwe bidûrketine, ketine nava helwesteke siyasî ku ji berjewendiyên Kurd û Kurdistanê gelekî dûr in, li cem serdestên ku welatê me dagirkirine radiwestin, gelo ew dikarin weke beşek ji netewa Kurd werin pênase kişrin? Mirovê ku bibêje; ez Kurd im lê li cem dagirkerên welatê xwe cihê xwe diyar bike, emê çi navî li wana bikin? Pîvanên me ji bona netew û netewayetîyê çî ne? Doza welatê me ye? Ango berjewendiyên Kurdistan ne? Zimanê me ye? Helwesta me ya siyasî ye? Partî û rêxistinên me ne?..
Em xwe careke din dubare bikin; netew û çîn du têgehên ku mirov nikare wana tenê daxine hinek helwestan. Ji bona mînak; gava ku netew û çîn ne ji bona xwe bin, berjewendiyên xwe zelal neparêz in, ew çiqasî dibin netew û çîn? Gava ku kesek, qategorîyek ji bona netew û berjewendîyên çînayetî helwesta xwe zelal ne ke, ew çiqasî dikare di nava wan qategorîyan de bê pênase kirin?
Em dizanın ku di gelek kontekstên dîrokî de nasnama netewî dikeve pêşiya nasnama çinayetî. Di gelek pirsan navnetewî de, ji bo mînak, di demekê dîrokî de hinek partiyên sosyal demokrat û çepgir li Ewrûpa ji bona netewa xwe, ji bona berjewendiyên dewlet û netewa xwe helwesta xwe guhertin. Bi zimanekî din ew li doza xwe ya îdeolojîk qulipîn! Gava ku di welatekî serdest de çepgir li cem dewleta xwe, li dijî doza neteweyeke bindest cîh bigire, ew êdî nema dibin çepgir. Dîsa, gava ku çepgirên welatekî bindest li cem dewleta serdest cîhê xwe bigire, ew êdî nema çepgirin! Ew dibin çaprast, dibin çeqilmast! Li kuderê dibe bila bibe, çepgir û kedkar divê heval û piştgirê bindestan û mezlûman bin. Felsefa çepgirîye ev e, çavkaniyên çepgirîyê jî vê pirse wilo tînin ziman. Yên ku vê helwestê bi cîh neyîne, ew êdî nema çepgir in.
Em eşkere dibinin ku li welatê me ji gelek çepgirên serdestan li cem dagirkerên serdest helwesta xwe nîşan didin. Ango entelektüel, karker, hunermend, çepgir li cem dewleta serdest cîhê xwe digirin. Ango îdentifîkasyona netewî di rewşên pratik de, ji îdentifîkasyona çînayetî girantir dibe. Di gelek rewşan de îdentifîkasyon cîh diguherin. Nasname naveroka xwe diguherîne. Ev jî rastiyeke dîrokî ye. Lê ev ne helwesteke rasteqîn û exlaqî ye. Ne jî çepgirîye.
Di vê mijarê de, rastîyeke din ya dîrokî jî heye. Ev jî ev e; gava ku nasnama netewî dadikeve nava nasnama çînayetî û dibe serdestê siyasetê, beyî ku di vê tevgirêdanê de kevneşopîyeke gelerî hebe, ew rasta rasta, ji dehma xwe de dikeve erde û dilikume. Ev fikir di terpıle, xwe di nava herîyê de digevizîne. Fikra netewî wê gavê nikare bibe tevna civakê. Ev fikir di siyaseta welatekî de baş cîhê xwe nagire, li ser bingehekî saxlam rûna ne, şaxê xwe bernade nava kuranîya civakê. Bi gotinek din li hewa dimîne. Ango kurt û kurmancî; divê bingeheke objektif ji bona pêşewazikirina nasnama û fikrên netewî hebin.
Mirovên ku hayê wan ji dîrok siyaseta Kurdan heye, baş dizane ku ev bingehê netewî li Kurdistanê heye û xwediyê kevneşopîyeke dûr û dirêj e. Divê bi her haweyî siyaseta Kurdan, rêxistin û entelektuelên Kurdan xwedî li vê kevneşopiya netewî derkevin.
Wexta ku çîneke sosyal, an ji rêxistineke siyasî li Kurdistanê bixwaze ji bona hemû netewa xwe bibe tercüman, divê ew pêwîstiya netewîbûnê piralî jî pêk werine. Ango divê ew himbezkar be, fedakar be, tevahî be, hevbeş be, netewî be, tu derdorên Kurd li derveyî pênasa xwe ya netewî nehêl e. Ne berjewendiyên xwe yên rêxistinî û siyasî di çalakîyên siyasî û entelektuelî de bixîne pêşîya berjewendîyên netewî. Neteweyatîyê ji siyaseta xwe re bike bingeh. Ew bi xwe wê gavê xwe weke rastgir an jî çepgir pênase bikin jî, dîsa xem nake. Bi rastî wê gavê serokatiya doza netewî dibe mafê wana. Ki vê pratîka hanê bi bahwerî bide meşandin, serokatiya doza netewî weke şîrê dayîka wana li wan helal e.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin