Neteweyên Yekbûyî: Divê gelê Sûriyeyê biryarê li ser paşeroja xwe bide

Neteweyên Yekbûyî: Divê gelê Sûriyeyê biryarê li ser paşeroja xwe bide

.

A+A-

 Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Tremblayê diyar kir ku pêwîst e gelê Sûriyeyê biryarê li ser paşeroja xwe bide.

Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr li ser paşeroja Sûriyeyê bi Stephanie Tremblayê re axivî.  

Stephanie Tremblayê behsa binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmneteweyên Sûriyeyê kir û got:

Li Encûmena Ewlehiyê civînek hat kirin û hevkarê me Geir Pedersen di civîna girtî de daxuyanî da.

Çend xal hene ji peyama ku wî pêşkêşî Encûmena Ewlehiyê kiriye.

Îro sibêhê jî wî ji endamên Encûmena Ewlehiyê re dubare kir ku li ser prensîpên sereke yên biryara 2254an a Encûmena Ewlehiyê lihevhatinek berfireh heye.

Vegûhastina li wir divê bi serpereştiya Sûriyeyê û xwedîtiya wê pêk were ku rêveberiyeke pêbawer, berfireh û nemezhebî û reformên destûrî pêk bîne pêk were.

Divê hilbijartinên azad û adil û bi beşdariya watedar a jinan pêk werin.”

“Divê yekparçebûna Sûriyeyê were vegerandin”

Berdevka NYyê Stephanie Tremblayê di beşeke din a axaftina xwe de behsa rewşa Suriyeyê kir û got:

“Pirsgirêkên li pêş me pir mezin in û divê ew piçûk neyên dîtin. Geir Pederson jî behs kir.

Ez wisa difikirim ku ev ji hin rewşên ku we niha diyar kir re eleqedar e.

 Metirsiya zêdekirina aloziyan li çend deverên Sûriyeyê dilgiran e.

Divê serweriya Sûriyeyê, yekitiya axa Sûriyeyê û yekparçebûna wê were vegerandin û hemû kiryarên destdirêjiyê demildest bên rawestandin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin