Neteweyên Yekbûyî diyaloga Kurdên Rojavayê Kurdistanê 'erênî' dibîne

Neteweyên Yekbûyî diyaloga Kurdên Rojavayê Kurdistanê 'erênî' dibîne

.

A+A-

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku diyaloga di navbera aliyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê de "girîng" e.

Pedersen amaje pê kir ku li Sûriyeyê hinek pirsgirêk û mijar hene ku divê werin çareserkirin û bal kişand ser girîngiya diyalogê.

Geir Pedersen di danezaneke li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ji balyozan re got ku rewşa li Sûriyeyê pir nazik e.

Wî tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo serkeftina pêvajoya veguhastina siyasî, hem divê tevlîbûna siyasî zêde bibe hem jî gavên aborî pêwîst in.

“Pêdivî heye ku tevlîbûna siyasî zêde bibe”

Pedersen diyar kir ku "Pirsgirêk mezin in, rewş pir nazik e" û li pey çû:

"Pêdivî heye ku tevlîbûna siyasî zêde bibe û guherîneke bingehîn di warê aborî de çêbibe.

Eger guherînên kûr di van her du waran de çênebin, ne mumkin e ku veguhastina siyasî li Sûriyeyê bi ser bikeve. Eger na, encam dê giran bin."

Hewlên hevkariyê yên di navbera Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê 2025an rêkeftinek îmze kir.

Pedersen di beşeke daxuyaniya xwe de behsa hewlên hevkariyê yên di navbera Rojavayê Kurdistanê û birêvebiriya nû ya Sûriyeyê de kir û got:

"Ez li lihevkirina di navbera Birêz Ehmed Şer û Birêz Mezlûm Ebdî de bi dilxweşî pêşwazî dikim."

Gavên “erênî”

Pedersen diyar kir ku piştî rûxandina desthilata Esed ku ji wê demê ve 4 meh û nîv derbas bûne, gelek nîşan û gavên erênî tên dîtin.

Li gorî Geir Pedersen, ev gav ev in: "Avakirina komîteyan, serdanên dualî, giringîdana bi danûstendinên ku partiyên Kurdî yên bakurrojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin, lihevkirin li ser tedbîrên ewlehiyê yên hevpar li taxên Kurdî yên Helebê, vekişîna ji Bendava Tişrînê, hewldanên dîtina zemîneke hevpar li ser mijarên perwerde û enerjiyê û kêmbûna berbiçav a aloziyên çekdarî û leşkerî."

“Astengî”

Pedersen amaje bi astengiyên bingehîn ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî da û got ku ew astengî ev in:

 "Hebûna DAIŞê di nav kamp û derveyî kampan de, kêmbûna alîkariyên navneteweyî, komên çekdar ên li derveyî kontrola birêvebiriya Şamê, mafên Kurdan, pirsgirêkên tevlihev ên daxwazên siyasî û demografîk ên li ser nenavendîtiyê û nasnameyê."

Wî got ku ji bo lihevkirin di navbera Rêveberiya Xweser û birêvebiriya Sûriyeyê de çêbibe, "pêdiviya her du aliyan bi îradeyeke siyasî heye ku dê aramiya welat û herêmê biparêze û serwerî û yekparçeyiya Sûriyeyê ji nû ve dabîn bike."

Konferansa Neteweyî

Konferansa Neteweyî ya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê dê sibe (26ê Nîsana 2025an) li Qamişloyê were lidarxistin.

Xala sereke yên rojeva konferansê rêkeftina 13 xalî ya di navbera ENKS û PYDyê de ye.

Her wiha, yekkirina dîskursa Kurdî ya di bin stratejiyeke hevbeş de û avakirina heyeteke hevbeş ji bo diyaloga li gel Şamê jî ji xalên sereke ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin