Neteweyên Yekbûyî: Em dê alîkariya gelê Sûriyeyê bikin

Neteweyên Yekbûyî: Em dê alîkariya gelê Sûriyeyê bikin

.

A+A-

Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Amar Bendjama diyar kir ku ew dê alîkariya gelê Sûriyeyê bikin.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq û Serokê Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Amar Bendjama li ser rewşa Sûriyeyê ji Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr re axivîn.

Amar Bendjama behsa pêşhatên li Sûriyeyê û paşeroja Sûriyeya nû kir û wiha got:

“Li Sûriyeyê û li ser biryara 2254an, rast e ku ev biryar hinekî kevn xuya dike lê dema ku hûn careke din wê bixwînin, hûn dê di vê biryarnameyê de prensîb, prensîbên ku em dikarin li ser wan paşerojek çêtir ava bikin.

Hemû Sûriyeyî divê di nava welatekî di nava aştiyê de û di nava pêvajoyeke berfireh de ji bo rêveberiyeke nû Sûriyeyê ava bikin.

Li Sûriyeyê, helwesta me wekî welatekî dostê gelê Sûriyê ye ku dîroka me ya dirêj a dostaniyê bi Emîr Ebdulqadir ve heye.

Helwesta me ew e ku ji bo derbaskirina vê veguhêziyê, divê em alîkariya gelê Sûriyeyê bikin ne ku şert û merc ji pêvajoyê re bên danîn.”

Li aliyê din Farhan Haq jî li ser paşeroja hilbijartinên Sûriyeyê wiha got:

“Em dê bi aliyên cuda re binirxînin ka çi demek baş e. Geir Pedersen bi gelek aliyên cuda re dicive û em dê wî li ser erka wî bihêlin bila karê xwe bike.

Ew dê li ser vê meselê bi raporekê Encumena Ewlehiyê agahdar bike."

 

RÛDAW 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin