Neteweyên Yekbûyî: Korona ji kontrolê derdikeve
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku belavbûna vîrûsa koronayê ji kontrolê derdikeve.
A+A-
Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Vîrûsa koronayê qeyraneke wisa ye ku di jiyana me de weke wê qet çênebûye.”
Guterres got: Mirovahî sînorê milyonek miriyên ji ber vîrûsa koronayê derbas dike û Covid-19 weke "gefa pileya yekem li ser asayîşa cîhanê" ye.
Li ser dîtina dermanê li dijî vîrûsa koronayê jî eşkere kir: “Divê em weke berjewendiyeke giştî li vaksîn û derziyan binêrin, çimkî vîrûsa koronayê ti sînorek nas nake. Pêdiviya me bi dermanekî heye, ku lêçûnên wê guncaw bin û ji bo her kesî bibe, vaksîneke ji bo xelkê be.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin