Neviyê Nelson Mandela: Gelê Kurd ne bi tenê ye

Neviyê Nelson Mandela: Gelê Kurd ne bi tenê ye

.

A+A-

Neviyê rêberê efsaneyî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela bo beşdarkirina Duyemîn Foruma Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kir.

Dr. Siyabulela Mandela amaje bi wê yekê kir ku tekoşîna Afrîkaya Başûr û ya gelê Kurd dişebe hev û got: “Em bi rêya dîrokê dizanin çawa Kurd bê bêhnvedan, di şerê bidestxistina serxwebûna tevahî û federal ji bo gelê xwe de têkoşîn kir.”

Derbarê kiryarên li dijî Kurdan de jî  Mandela got: “Em bi rêya dîrokê dizanin çawa Kurd bê bêhnvedan, di şerê bidestxistina serxwebûna tevahî û federal ji bo gelê xwe de têkoşîn kir.”

Neviyê rêberê efsaneyî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela bersiva pirsên bejêrê Rûdawê yê diyar Şaho Emîn dan.

Şaho Emîn: Ez kêfxweş im bi dîtina te, Doktor Mandela.

Mandela: Ez bi dîtina te kêfxweş im. Spas ji bo vê mêvandariyê.

Şaho Emîn: Tu bi xêr hatî. Ma tu dizanî ku min li wan filman temaşe kiriye ku li ser Nelson Mandela ne, dema xort bû û xebat dikir? Ew mirovekî ciwan û xweşik bû. Tu dişibî wî. Tu dizanî gelo?

Mandela: Ez vê bilind dinirxînim.

Şaho Emîn: Erê.

Mandela: Min berê jî ev bihîstiye. Xelkê behs kiriye.

Şaho Emîn: Te ev bihîstiye?

Mandela: Erê.

Şaho Emîn: Tu bi xêr hatî Tora Medyayî ya Rudawê. Gelo tu dizanî ku gelê Kurd li Kurdistana Mezin, nexasim li vî parçeyî pir ji Nelson Mandela hez dike?

Mandela: Erê.

Şaho Emîn: Berî tu werî vir, te çi li ser Kurdistanê bihîstibû?

Mandela: Dîroka gelê Kurd nêzîkî ya gelê çermreş ê Afrîqaya Başûr e. Em bi rêya dîrokê dizanin çawa Kurd bê bêhnvedan, di şerê bidestxistina serxwebûna tevahî û federal ji bo gelê xwe de têkoşîn kir. Ji salên 1920an û bi şûn de û heta îro jî, Kurdan bê navber şer kir da mafên wan bên naskirin. Bi giştî ji bo gelê Kurd şer kir. Ji bo mafê ku welatekî serbixwe yê miletê Kurd hebe.  Ya ku gelê me, nemaze çermreşên Afrîqaya Başûr, bi [Kurdan] ve girêdide, ew têkilî ye ku şerê ji bo serxwebûnê ye, şerê dijî formên cuda yên neheqiyê ye. Hûn fêm dikin ku Nelson Mandela di serdema xwe de, di xebateke bênavber de dijî rejîma apartheid-ê li Afrîqaya Başûr şer kir. Em bi xweşî beşdarî gelê Kurd dibin ku ev dîroka me ya wekî hev heye. Çawa ku gelê min jî ji bo mafê çarenivîsê û mafê hebûna welatê serbixwe şer kir. Di tevahiya dîrokê de, ji 1920an ve Kurd pir hatin çewisandin û mafên wan hatin piştguhxistin. Mafê gihîştina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku sala 1948an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin. Ji wê demê ve jî, tu carî derfet nedane gelê Kurd ku çêjê ji wê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan werbigire. Mîna miletê Kurd, gelek mirovên çermreş di heyama pergala kolonyalîzmê de li Afrîqaya Başûr, di sîstema apartheid-ê de di wê rewşê re derbas bûn. Bapîrê min ê mezin Nelson Mandela beşek ji tevgera rizgarîxwaziyê bû. Ev ew cûreyê dîrokê ye ku çawa zanyarî ji nifşekê bo nifşa dîtir û dîtir û me bên veguhastin. Gelê Kurd jî wek me ye û heman têkoşîna me ya hevpar heye. Lewma gava Nelson Mandela sala 1990î hat berdan, got: "Serxwebûna me temam nabe heta gelê Filistînê û gelên çewsandî yên cîhanê û di nav wan de jî gelê Kurd li Kurdistanê azad nebin." Lewra gelê Kurd pir dişibe gelê me û em di dîrok û xebatê de hevpar in. Lewma ez îro li Kurdistanê me daku em zêdetir li ser şer û xebata wan ji bo serxwebûna tevahî ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn biaxivin.

Şaho Emîn: Pir baş e. Nelson Mandela di pirtûka bîranînên xwe de piştevaniya Kurdan kiriye ku mafên xwe bi dest bixin. Her wisa red dike li Tirkiyê pesnê Ataturk bide û ji ber zordariya li ser Kurdan li Tirkiyê vê yekê red dike. Nelson Mandela çiqasî ji mafên Kurdan li Kurdistanê haydar bû?

Mandela: Nelson Mandela di serdema xwe de li Afrîqaya Başûr dijî kolonyalîzm û apartheid-ê şer dikir. Bi komên din ên seranserê cîhanê re hevpeymanî pêk anîn. Wiha jî, bi wekhevî xebata ji bo mafê çarenivîsê ber bi pêş ve dibirin.  Wan ji bo mafê dengdan û hilbijartinê û em bi xwe xwe birêve bibin xebat kir. Ji bo mafê ku m wek gel hebin. Lewma hevpeymanî pêk anîn. Wek mînak Nelson Mandela beşek ji Encûmena Niştimanî ya Afrîqayê bû. Têkiliyên wî yên pir nêzîk ligel endamên Bereya Azadiya Filistînê ku Yasir Erefat rêbertiya wê dikir hebûn. Yasir Erefat hevalekî pir nêzîk ê bapîrê min ê mezin bû. Em bi rêya wan têkiliyan ku nifşa kevn û Nelson Mandela bi gelên Rojhilata Navîn re hebûn, ji xebata gelên Rojhilata Navîn, nexasim ji Filistînî û Kurdan fêr bûn. Em bi rêya pirtûkên xwe yên dîrokê, ji gelek şêweyên cuda yên wan tevgerên rizgarîxwaz serwext bûn ku Kurd bi wan rabûn û ji bo serxwebûna tevahî û mafê çarenivîsê şer kirin ji bo ku welatê wan hebe. Em bi rêya dîrokê dizanin ku li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê gelek jenosîd hatine serê Kurdan. Rûmet û welatînameya gelê Kurdistanê ji wan hatiye standin. Bo nimûne, eger em binêrin ka hikûmeta Tirkiyê yan hikûmeta Sûriyê çawa welatîname ji Kurdan distanin li wan welatan. Lewma em vê dîrokê dizanin. Lewra gelê min, bi taybetî çermreşên Afrîqaya Başûr bi xebata Kurdan re tevdigerin, çimkî tam weke ya me ye ku ji bo mafên xwe şer dikin ji bo bidestxistina mafê çarenûsî û mafê xwebirêvebirinê wek welat ji bo ku bikarin bi awayê kultûrî xwe der bibirin da bikarin bêyî destwerdana neteweyên din ên Rojhilata Navîn xwediyên nasnameya xwe bin. Di vê rewşê de, Kurd di tevahiya dîrokê de, ji 1920an û heta niha hatine çewsandin û marjînalkirin û bêhtir hêja ne derfetê bistînin da destê wan bigihe Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku sala 1948an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat derxistin.

Şaho Emîn: Malbata te çiqasî ji xebata Kurdan agahdar e?

Mandela: Malbata Mandela ew yek girt stuyê xwe ku ji bo serxwebûna tevahî ya gelê Kurd, gihandina dengê gelê Kurd li deverê berdewam bike. Berî demekê apê min li Mexribê axivî û dabaşa wan pirsgirêkan kir ku têkildarî serxwebûna gelê Kurd û Filistînê li Rojhilata Navîn in. Lewma li gor me, wek malbat pêwendiyeke me ya nêzîk û têkildar bi xebata gelê Kurd re li deverê, li Rojhilata Navîn heye. Lewma li gor me, ew pir dişibin me. Lewra ez îro li vir im û ez dikarim bi xwebawerî bibêjim ku gelê Kurd gelê min e, çimkî tam nola gelê min e. Her wiha, êrîş li ser wan jî hatiye kirin, hatine perçiqandin, hatine marjînalîzekirin û mafên wan ên çarenivîsê hatiye înkarkirin. Ez lewma li vir im da têkiliyan bi nifşa nû re girê bidim da em stratejî û taktîkan deynin ku em çawa, ev nifş, xebata serxwebûna tevahî ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn bidomînin.

Şaho Emîn: Tu niha li Hewlêrê yî û îro roja te ya yekem e.

Mandela: Bi rastî, îro roja min a yekem e û ez vê sibehê gihiştim Kurdistanê. Va ez ji niha ve hest dikim ku ez li welatê xwe me.

Şaho Emîn: Pir baş e. Gelo çi tiştî hişt tu bixwazî mêvandariya beşdariya Foruma Hewlêrê bipejirînî?

Mandela: Ger tu li dîroka me binêrî, bapîrê min ê mezin Nelson Mandela bi hezkirin qala gelê Kurd û Filistînê li Rojhilata Navîn dikir. Di wê dîrokê de, tiştek di nava min de hat çandin ku ez mîna serkirdekî ciwan bibêjim ku berpirsiyariyek li ser milê we ye ku hûn dengê gelên marjînalkirî di dema berê û niha ya cîhanê de bigihînin. Gelê Kurd yek ji wan gelên marjînalkirî yên cîhanê ye ku hîna mafê wan yê çarenivîsê tê înkarkirin. Hîna tê înkarkirin ku bigihin mafên mirovan, mafê serxwebûna gelê xwe, mafê şopandina çand û nasnameya xwe, tew bikaranîna zimanê wan jî tiştek e ku li devera Rojhilata Navîn hatiye marjînalkirin. Li gor min, ew tiştek e ku beşek ji xwîna min e, çawa ku beşek ji xwîna Nelson Mandela bû û di vê nifşê de ye. Çawa ku beşek ji xwîna kesên nola Mistefa Barzanî bû. Dema em li Mistefa Barzanî dinêrin, em wî bi Mandelayê Afrîqaya Başûr re didin ber hev. Dema Mandela behsa Mistefa Barzanî kir, mîna hevtayê xwe ji bo xebata serxwebûna tevahî ya gelekî serkutkirî li Rojhilata Navîn behsa wî kir. Bo mînak, gava ez hatim vir, min çavê xwe li cihê peykerê Mistefa Barzanî gerand, çimkî dema ez li wî rêberî dinêrim, ji bo min wî tiştî der dibire ku Nelson Mandela li Afrîqaya Başûr û parzemîna Afrîqayê ji bo wî şer kir. Lewma ez bi tevahî girêdayî dîroka xebata gelê Kurd li Rojhilata Navîn im.

Şaho Emîn: Li gor min, tu xebata Kurdan zaf baş fêm dikî. Baş e, berî tu werî, nêrîna te li ser Kurdistanê çi bû?

Mandela: Jixwe bi awayekî sersamker nêrîna min wiha bû ku ez diçim cihekî ku biryar e ez li wir bi gelê xwe re bibim yek. Çimkî heman xebata hevpar a gelê Kurd û gelê Afrîqaya Başûr heye. Tew li cîhanê jî gelê Kurd li devera Rojhilata Navîn wek qewitandî hatiye nîşandan. Gelê min jî li Afrîqaya Başûr her bi vî awayî dihat nîşandan. Em jî li welatê xwe hatin marjînalîzekirin û wek hemwelatiyên pileya duyemîn bi me re tevgeriyan. Li welatê me, mafê me nebû ku destê me bigihîje çavkaniyên me. Em ji nasnameya xwe hatin bêparkirin. Rûmeta me ji me hat standin. Mafê me yê dengdanê û mafê çarenivîsê ji me hat standin. Dema ez hatim vir, mîna ku ez bi gelê xwe re bibim yek û bi wan ve bêm girêdan çimkî heman xebat û dîroka me ya hevpar heye.

Şaho Emîn: Baş e. Tu pir baş ji xebata Nelson Mandela serwext î û te gelek gotar li ser wî nivîsîne. Te çawa îlham ji xebata Nelson Mandela wergirt û tu çawa jê sûdmend bûyî?

Mandela: Jixwe Nelson Mandela ne kesek bû ku tenê ji bo azadiyê şer bike û rêberekî şoreşvan be, lê rêberekî pragmatîk bû. Pragmatîk bû, ango dema ku rejîma apartheid-ê tundûtûjiya hovane li dij mirovên bêberevanî da destpêkirin, wî karîbû bi awayekî stratejîk di rêbertiya xwe de pragmatîk be û bibêje em tundûtîjiyê bi kar tînin û em ji xebateke netundûtîj diçin nav xebateke tundûtîj wek rêyekê ji bo em rejîma apartheid--ê bînin ser maseya gotûbêjê. Lê dema ku rejîma apartheid-ê tev li danûstandinan bû, Nelson Mandela karî bibe pragmatîk û bibêje ku tundûtîjî ne tiştek e ku encama wê ew cûreyê siberojê be ku em dixwazin ji bo nifşa paşê re çêbikin. Lewma wan gotûbêj û danûstandineke pragmatîk li ser paşeroja Afrîqaya Başûr pêk anî ku bû sedema misogerkirina siberojekê ji nifşên paşê re. Lewra ez dikarim gotina xwe li vir bidomînim, çimkî Nelson Mandela di heyama xwe de bi ser ket ku xwe ji şerê navxweyî biparêze ji bo pêkanîna siberoja nifşa paşê. Lê di heman demê de wan xayîntî li wê qewîtiyê nekir ku nifşa heyama wî û gelê wî ji bo wê şer kirin ku serxwebûna tevahî ya çermreşan ji kolonyalîzm û rejîma apartheidê ya Afrîqaya Başûr bû.

Ew şêwaza pragmatîk a rêberîyê, ew cûre ye ku min di gotarên xwe de behs kiriye. Em dikarin gelek tiştan bi dest bixin ger em beşdarî gengeşeyên pragmatîk bibin derbarê divê dema me ya niha çawa be û em çawa ber bi pêş ve herin. Hevrikiya ku em tê de ne û rêya diyalogê ku li pêş me ye ji bo misogerkirina siberojekê ji nifşa paşê re, ez ji bo vî tiştî li vir im, ji bo beşdarbûna diyaloga bi ciwanan re, da ez bibêjim ku li vir tundûtîjî bi tenê nikare bibe çareseriya pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn rûbirûyê me dibin, xasma pirsgirêkên ku gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn rûbirûyî wan dibin, tundûtîjî ne çareseriya tenê ye, lê navbeynkarî, danûstandin û diyalog dikarin alîkariya me bikin ji bo bidestxistina siberojeke gelekî baştir ji bo gelê Kurdistanê. Lê pêwîst e ku em li ser xebateke bênavber ji bo serxwebûna tevahî ya gelê Kurdistanê berdewam bin heta gelê Kurdistanê mafê xwe yê çarenivîsê bi cih bîne û li Rojhilata Navîn cihê xwe yê rewa werbigire da wek welatekê serbixwe hebe.

Şaho Emîn: Dr. Mandela, gelê Kurd pir bi dijwarî dixebite ji bo ku êdî bi cudakariyê re rû bi rû nemîne û her wiha li welatê xwe bigihe mafê çarenivîsê. Divê Kurd çi bikin? Yan heta çi radeyê dikarin xebata Nelson Mandela ji bo bidestxistina van armancên mezin di rêya xwe de bi kar bînin?

Mandela: Bi baweriya min, gelê Kurd û her wisa Kurdistan wek herêmekê bêtir dikarin ji wan stratejî û teknîkên ku Mandela di serdema xwe de, di şerê serxwebûna tevahî ya gelê tepeserkirî û piştguhxistî yê Afrîqaya Başûr li navçeya Afrîqayê bi gişt de cîbicî kirin, fêr bibin. Ewqasî pir in ku mirov dikare ji wan fêr bibe. Yek ji wan ew pirsgirêk in ku min qala wan kir û got, tundûtûjî bi tenê nikare bibe çareseriya pirsgirêkên ku rûbirûyî gelê Kurd û Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn dibin, wek devereke ku pê ve girêdayî ne. Lê diyalog, navbeynkarî û danûstandin dikarin bibin kilîd û ji bo pêkanîna azadî, serxwebûn û mafê çarenivîsê ji bo Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî bên bikaranîn. Lewma ev hinek xislet, şop û şêwazên rêberiyê ne ku dikarin ji Mandela bên wergirtin. Lê ev ne ji bo wê yekê ye ku bê gotin, di wê tevgera rizgarîxwaz de ku Nelson Mandela rêberiya wê kir, her tişt bê kil û kêmasî bû. Lê ewqas ders tê de hene ku hûn dikarin ji wan fêr bibin wek çawa me xebata xwe ji bo pêkanîna serxwebûna tevahî û bidestxistina mafê çarenivîsê pêş xist. Îcar ji bo mafê xwerêvebirinê, gelek tişt tê de hene ku Kurd dikarin ji birêvebirina Mandela hîn bibin.

Şaho Emîn: Dr. Mandela, qasî ku ez dizanim tu piştgirîya mafên mirovan dikî. Îcar pirsa min ev e gelo haya te ji mafên Kurdan jî heye, li welatên ku lê dijîn rêz li mafên Kurdan nayê girtin.

Mandela: Erê, bi tevahî haya min jê heye ku ji Tirkiyê heta Sûriyê, ji Sûriyê heta Iraqê û ji Iraqê heta Îranê ji 1920an ve û heta îro mafên gelê Kurd tên binpêkirin. Lewra min îro bi tekezî ji te re got ku xebata gelê Kurd ji bo serxwebûnê pir dişibe xebata Afrîqaya Başûr dijî cudakarî û nijadperestiya rejîma apartheidê. Ji ber vê em alîkariya gelê Kurd dikin. Ez lewma îro li vir im, da dabaşa pirsgirêkên mafên mirovan bikim ku têkildarî mafên gelê Kurd li Rojhilata Navîn in. Axir ew komek in û Filistînî jî di nav de ne, ku bi berdewamî mafên wan tên piştguhxistin û tên înkarkirin. Bi berdewamî rê li ber wan tê girtin ku bigihin Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan. Êdî Neteweyên Yekbûyî ji gelek aliyan ve bi ser neketiye ku mafên gelê Kurd biparêze. Bi ser neketiye ku li devera Rojhilata Navîn otonomiya dewleta Kurdî binasîne, çawa ku berdewam in di rêdana apartheida Îsraîlê dijî gelê Filistînê bê ku pêşî lê bigirin. Me berê dît çawa îdareya Trump biryar da balyozxaneya Amerîka bibe Qudsê, ku ev înkarkirina tevahî ya wê rastiyê bû ku hikûmeta Îsraîlê apartheid-ê li dij gelê Filistînê pêk tîne. Lewra li gor me ew her du netewe, Filistîn û Kurdistan pir giring in ji bo gelê min û kesên çermreş û Afrîqaya Başûr bi giştî jî û bi taybetî ji bo Mandela û hevçaxên wî pir girîng bûn. Em li wir fêrî wê dîrokê bûn, lewra jî nifşa min li ser danîna peywendiyan ligel nifşa ciwan a vir li Herêma Kurdistanê berdewamd bû, ji bo ku em bibêjin em çawa bi hev re bin û em alîkariya we bikin hûn wek gelê Kurd di xebata we de pêş bikevin. Çimkî hûn bi me re bûn dema ku me li Afrîqaya Başûr ji bo serxwebûna xwe şer dikir. Îcar me niha ew bi dest xistiye. Em dixwazin wan rêyan bibînin ku em bi saya wan bikarin dengê we li seranserê cîhanê bilind bikin, ji bo ku xebata we wek a me bê naskirin.

Şaho: Ez dixwazim behsa nifşa nû li Afrîqaya Başûr bikim û Afrîqaya Başûr jî bi awayekî giştî, hûn çawa alîkariya nifşa nû û ciwanan dikin ku xebata Nelson Mandela, lojîk, prensîb û jiyana Nelson Mandela  bişopînin?

Doktor Siyabulela Mandela: Wek nifşa nû li Afrîqaya Başûr û her wisa li parzemîna Afrîqayê bi awayekî giştî, berpirsiyariyeke me ya hevpar heye ji bo pêşxistina rêbaza kesên wek Mandela li Afrîqaya Başûr, kesên mîna Kwane Nkrumah, kesên mîna Jomo Kenyatta û her wiha hejmareke zêde ya mêr û jinên qehreman ku bê westîn ji bo azadkirina wan hemû merivên ku bi koka xwe afrîqî ne, xebat kirin. Lewma wek nifşa ciwan berpirsiyariyeke me ya hevpar ji bo pêşxistina wê rêbazê heye. Lewra jî em bi berdewamî di têkiliyê de ne û bi berdewamî mijûlî livandina [kolanê ne] ji bo berpirsiyarkirina serkirdên Afrîqayê. Ev jî dema ew şêniyên Afrîqayê bi kar tînin. Dema çavkaniyên Afrîqayê û welatên Afrîqayê difiroşin aliyên ku herî zêde nirx destnîşan dike ku gelek caran dagirkerên me yên berê ne. Lewma em em berdewam in. Eger tu li mînakan binêrî, mafê perwerdeya belaş li Afrîqaya Başûr, heya digihe Bihara Erebî li Bakurê Afrîqayê, ev ew tevger in ku bi awayekî sereke ji aliyê ciwanan ve dihatin birêvebirin, bi bikaranîna platformên wek torên civakî, li ser çawaniya domandin û pêşvebirina rêbazê li Afrîqayê. Ev ji bo demekê ye ku me Afrîqayek li nik xwe wêne kiriye ku şên e, Afrîqayeke ku bi xwe re aşt e, Afrîqayeke ku geş dibe. Ev rola me wek vê nifşê ye. Lewra em hev raber dikin ji bo gihîştina wê [armanca] destnîşankirî.

Şaho Emîn: Dr. Mandela, dema ku serkirdê sembolîk yê Afrîqayê Nelson Mandela hîna sax bû dest ji kar kişand. Ez dixwazim bizanim gelo niha tu kes ji malbata Mandela di hikûmeta Afrîqaya Başûr de xwedî postê bilind heye?

Doktor Siyabulela Mandela: Erê, bê guman. Malbata Mandela beşeke bingehîn ji hikûmeta piştî-apartheid li Afrîqaya Başûr bû. Dema bapîrê min ê mezin Nelson Mandela dest ji kar kişand, neviyê wî ku serokê eşîra malbata Mandela ye, Mandla Mandela, ji sala 2000an ve beşek ji hikûmeta Afrîqaya Başûr bû. Di rastiyê de, ew niha di hikûmeta Afrîqayê de endamê parlamentoyê ye. Ez ne şaş bim posta wî ya niha wekîlê wezîr e di hikûmeta Afrîqaya Başûr de û her wisa di hikûmeta Afrîqaya Başûr de endamê parlamentoyê ye. Bê guman, bersiva min beşdarbûna di hikûmetê de ye. Her wisa, di meydana têkiliyên navdewletî de, yek balyozê Afrîqaya Başûr li başûrê Asyayê bû û yekî din li Ewropayê û kesek li Amerîka Başûr jî. Lewma me beşdariya di hikûmeta Afrîqaya Başûr de berdewam kir.

Şaho Emîn: Ez piştrast im ku we Nelson Mandela dîtiye, rast e?

Doktor Siyabulela Mandela: Erê.

Şaho Emîn: Tu dikarî tiştekî li ser wî ji min re bibêjî? Bîranîna te ya herî xweş bi wî re çi ye?

Doktor Siyabulela Mandela: Yek ji bîranînên ku bi rastî nêzîkî min e, ew adeta berdewam bû dema kesên ciwan li gundê me kom dikir. Ez ji gundê Kunûmê me. Malbata Mandela şêniyên gundê Kununê ne ku li hêla rojhilatê Afrîqaya Başûr cih digire. Ez ne şaş bim ev adetek bû ku heft salan kir. Her sal di 25ê kanûna yekem de pîroz dikir. Bi vî rengî, Nelson Mandela xwe bi awayekî wek Baba Noel nîşan dida û kesên ciwan li tevaya gund kom dikir, bi dest silav li wan dikir, diyarî dida wan, kêfa wan dianî û demeke xwe derbas dikirin. Lewra wî ahengeke krismasê ji bo hemû ciwanan li dar dixist. Yek ji tiştên ku herdem bal dikişand ser veberhênana li ser nifşa ciwan bû, xasma veberhênana di perwerdeyê de, perwerde giringtirîn çek e ku tu dikarî wê ji bo guhertina cîhanê bi kar bînî. Lewra ez îro ne tenê wek neviyê malbata Mandela hatime vir, lê divê bawernameya min a akademîk hebe ji bo ez bikarim bi erênî beşdarî pêşkeftina welatê xwe Afrîqaya Başûr, parzemîna xwe û her wiha hemî beşên din ên cîhanê bibim. Bêyî perwerde, ez bi çi şêwazeke din dikarim beşdariyeke erênî di pêşxistina cîhanê de bikim? Lewra perwerde yek ji pêkhateyên sereke ye. Nelson Mandela jî di vî warî de rijd bû. Eger tu li tevaya dîroka wî binêrî, bi rastî dema hîna di zindanê da bû, dest bi xwendina bawernameya qanûnê kir. Dema bû serok, ew berê xwediyê wê bawernameyê bû ku li girtîgehê ji bo wê dixwend. Ev nîşan dide bê çiqasî perwerde ji bo Nelson Mandela giring bû. Lewma ji bo min, ev ew her du tişt in ku li ser wî tên bîra min. Bê guman, rêbaza wî rêbazek e ku em dixwazin li ser şopa wê bimeşin, rêbazek e ku em dixwazin berdewam bikin.

Şaho Emîn: Baş e, Dr. Mandela, peyama we ji bo gelê Kurd, xasma nifşa nû çi ye?

Doktor Siyabulela Mandela: Ez ji gelê Kurd re dibêjim, divê hertim ji bîr nekin ku ew ne bi tenê ne. Afrîqaya Başûr, Nelson Mandela û nifşa heyama wî xwe nêzîkî têkoşîna Kurdan didîtin. Nifşa serdema min jî xwe nêzîkî xebata rizgariya tevahî, mafê çarenûsî û mafê otonomiyê ji bo gelê Kurd dibîne. Lewma gelê Kurd ne bi tenê ye. Ez dibêjim ku berpirsiyariyeke me ya hevpar heye. Ji bo avakirina berdewam li ser rêbaza ku kesên mîna Nelson Mandela, kesên wek Mistefa Barzanî ji me re li şûn hiştin. Wan raçeteyek ji me re li şûn hişt ku em dikarin bi rêya wê xebata xwe bidomînin ji bo rizgariya tevahî ya hemî kesên çewsandî, çi li Afrîqa bin an jî li Rojhilata Navîn bin. Lewra em nola nifşa nû deyndarê wan in, em deyndarê nifşa heyama Mistefa [Barzanî] heta nifşa Mandela ne, da ku em tiştên zêdetir li ser wê rêbazê ava bikin ku wan serkirdatiya wê kir. Lewma em ê wê xebata xwe bidomînin û ez ji vê nifşêa ciwanên Kurd re dibêjim ku ew ne bi tenê ne. Em berdest in, em li vir in. Em li vir in ji bo berdewamiyê û ji bo bilindkirina dengê wan û ji bo berdewamkirina xebata wan. Lewra ew ne bi tenê ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin