NEVŞEHÎR - Karkerên ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrişê hatin

NEVŞEHÎR - Karkerên ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrişê hatin

.

A+A-

Li navçeya Urgûpê ya Nevşehîrê, karkerên Kurd ên ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrişa bi çek, kêr û daran hatin.

Karkerên ji Amedê yên ku li Taxa Aksalurê ya navçeya Urgûpê li tesîsa enerjiya rojê dixebitin, duh êvarî rastî êrîşa bi dehan kesî hatin.

Di encama êrişa bi çek, dar û kêran de karkerek bi çekê ji serê xwe, yek jî bi kêrê û yek jî bi çovê hesinî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşehîrê.

13 karkerên ku êrîş li wan hat kirin hatin desteserkirin.

12 karkerên ku îfadeya wan hatibû girtin piştre hatin berdan.

Yek ji karkerên Kurd Edîp Bozkurt ê ku bi çekê birîndar bûye, piştî îfadeya wî ya li qereqola sewqî Edliyeya Urgûpê hat kirin.

Nehat zanîn kesên êrîş pêk anîne hatine desterserkirin yan na.

Amedsporê daxuyaniyek da

Piştî êrişê Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrişa nîjadperest a li Nevşehîrê ya li dijî alîgirên me bi tundî şermezar dikin.”

Amedsporê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Êrişên bi vî rengî aştiya civakî û çanda jiyana hevbeş dikin hedef. Em daxwazi ku di zûtirîn dem de êrişkar  ji aliyê dezgehên pêwendîdar ve bên eşkerekirin li gorî yasayan bên cezakirin.

Wekî Amedspor em bi biryar in ku li dijî her cure cudakariyê rawestin û mafên alîgirên xwe biparêzin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku heta edalet pêk were em dê vê mijarê bişopînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin