NEWROZ, li Ewropa bi şîara JIN JIYAN AZADÎ hatin pîroz kirin
.
Bi amedekariya Navenda Hevkariya Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, Li gelek derên welat û Ewropa li meydanan Newroz bi awayê xwepêşandanan bi diruşma Jin Jîyan Azadî hatin pîroz kirinê.
Xwepêşandanên Newrozan, bi sirûdên netewî, stranên gelêrî û şoreşgerî li meydanan hatin pîrozkirinê. Agirên Newrozê ji aliyê Jinên kurd ku bi cilên kurdî reng didan şoreşê ve bi silavên piştgiriyê ji bo şoreşa Jîna Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistanê hatin pêxistinê. Bi xemla xwe, bi cil û bergên xwe, bi axaftin û têkilîyên xwe mohra Kurdistanîyan hakimî wan Qadên Newrozê bû. Leylana dîmenan, agirê Newrozê li bakirin û awayê hildanên ala Kurdistanê hêjayî dîtinê bû.. Dikê Newrozan îsal li Ewropa li meydanan bû.
Li ser wan dikan gelek beyan û peyamên şoreşa Jîna Emînî hatin xwendin. Hest û helwest bi giştî piştgirîya şoreşa Jîna Emînî ‘Jin Jîyan Azadî’ yê bû. Girse bi yek deng û yek helwest bû. Ne serma û ne jî baran nekarî coş û kelecanê kêm bike.
Endam û piştgirên Partîya Azadîya Kurdistan-PAKê bi peyamên xwe di Newrozan de amadebûn.
Rûpela Nûyê jî, hefteyekê agahdarîyên van Newrozên ku ji alîyê Hevkarîya Hêzên Kurdistanê-Îran ve hatinbûn organîzekirinê bi berdewam di manşetên xwe de da.
Eva jî hinekî dîmenê ji qadên Newrozên li Koln, Stockholm û Kopenhagin’in:
Rûpelanû/Ewropa
19.03.2023
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin