Nêzikî 3 hezar Libnanî li Başûrê Kurdistanê kar dikin

Nêzikî 3 hezar Libnanî li Başûrê Kurdistanê kar dikin

.

A+A-

Ji ber rewşa xerab ya aborî li Libnanê, nêzîkî 3 hezar welatiyên Libnanê hatine Herêma Kuristanê ku, piraniya wan li Hewlêrê ne. Li gor rêxistina koçberî ya Cîhanî, Libanan di pileya yekê de ye ji aliyê koçberiyê ve.

Rewşa aborî li Libnanê Tariq Emmaş neçar kir ku hersê keç û hevjîna xwe bicih bihêlê û berê xwe bide paytexta Herêma Kurdistanê.

Tariq Emmaş perwerdehiya rêveberiya hotêlan li Fransa temam kiriye û ji sala 2018an ve weku rawêjkarekê geştiyarî li Hewlêrê Kar dike.

Welatiyê Libnanê Tariq Emmaş dibêje “Ez nêzîkî ji sedê 95 ji mûçeyê xwe dişînim Libnanê, ji ber ku malbat mezine. Min zarok hene û dayka min jî li wir e. Lewma helbet armanca derketina derveyî welate ji bo em alîkariya malbata xwe bikin.”

Nêzîkî 3 hezar welatiyên Libnanê li Herêma Kuristanê dimînin, piraniya wan li Hewlêrê ne. Li gor rêxistina koçberî ya Cîhanî, Libanan di pileya yekê de ye ji aliyê koçberiyê ve.

Serokê Revenda Libnanî li Herêma Kurdistanê Mistefa Herîrî got “Li salên 2010 2014 an hejmar bihtir bû, lê ji ber şerê DAIŞ li ser deverê hejmar kêm bû. Lê niha ji ber rewşa abûrî ya Libnanê hejmar dîsa zêde dibe. Rêvenda Libnanî li cîhanê ji hejmara neşteciyên Libnanê zêdetire. 4 milyon li Libnanê ne, lê ta 40 melyon libnanî koçberin.”

Li gor banka navdewletî ji sedî 47 ji welatiyên Libnanê pereyan ji derve werdigrin. Ku tenê di sala 2020an de zêdeyî 12 milyar dolar ji 160 welatan derbasî Libnanê bûye.

Çavdêrê Siyasî Imad Şimûn dibêje "Li her malbatekî kesekê koçber heye. Ku 50, 100, 200 yan 300 dolaran ji malbata xwe re dişîne. Pereyan dişînin tenê ji bo xelk bijî. Eger libnanî koçber neban, niha wê birçîbûn drust biba. Weku wê birçîbûna Turkiya di dema desthilata Osmanê de anî sere miletê Libnanê."

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin