NIKE bi gotinên 'Dayîkên Kurd' û 'Kurdistan'ê bû rojev!

NIKE bi gotinên 'Dayîkên Kurd' û 'Kurdistan'ê bû rojev!

.

A+A-

 Markaya cîhanî ya cilên sporê NIKE bi gotinên “Ji Londonê heta bi Kurdistanê, ez hez dikim zêrên xwe wekî dayîkên Kurd bi xwe ve kim” bûye rojev.

NIKEyê di reklama xwe ya herî nû de gotinên strana koma “Bijî”yê bi kar anîn.

Di stranê de gotinên “Ji Londonê heta bi Kurdistanê, ez hez dikim zêrên xwe wekî dayîkên Kurd bi xwe vekim” derbas bidin û NIKE jî di reklama xwe de cih dide heman gotinan.

Reklam bi rêya hesabê fermî yê NIKEyê hat belavkirin ku 1,91 milyon şopînerên wî hesabî hene.

Bijî ji aliyê Robin Nazari û Maceo Frost ve hatiye damezirandin.

Koma Bijiyê rapa xwe ya bi navê Gold (Zêr) a ku NIKEyê bi kar aniye 28ê Hezîrana 2023yan belav kiribû.

 

RÛDAW 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin