Nivȋsȇn min ȗ sala 2025
Nuri Aldur
Di sala 2024 an de pênc tema/babetênmin hebȗn ku min li ser wan mentȋqan dinivȋsand. Ȋsal jȋ, wê pênc temabin; balam ji dêla ”Pelên darê diweşihin”ve, wê tema ”Penaberȋ ȗ perȋşantȋ” be, ji dêla ”Kovarên kurdȋ yên kevn” ve, wê ”Netewe/milȋyet ȗ olên li mentȋqa Torê/Midyadê” bin ȗ ji dêla ”Spor ȗ civak” ve, wê nivȋsên ”Ȋlim li gel mesela kurdȋ” bin. Di wan temayên par de, hêjȋ nivȋsênmin bo belavakirinê hebȗn, lê bawerim di sala nȗde/di demên nȗde pêwȋstȋya temagȗhertinan ȗ gelek tiştêndin jȋ heye. Tema´yên ”Resensȋyon” ȗ ”Politȋka/realȋta rojevê” her mȋna sala berê, wê berdewam bibin.
Bê goman penabertȋ ne tenê perȋșantȋyê bi xwere tênê, ew dikarê bibê sebeba serkevtinan jȋ; mȋna pêșkevtinên ronakbȋrȋ, rehetȋ ȗ hȗzȗr, dewlemendȋtȋya malȋ/maddȋ ȗ ekonomȋ jȋ.
Lê ezê li vir, li ser șepirzetȋ ȗ trajadȋyên ku piștȋ anjȋ di demên penabertȋyêde hatine serên hinek ji ȋnsanênme binivȋsim.
Torê ȗ Midyad cȋhên gelek neteweyan ȗ olana; ewan kurdin, sȗryanȋ/asȗrȋne ȗ mihelmȋ/erebin. Ji alȋyên olȋ ve jȋ misilmantȋ, mesȋhȋtȋ ȗ êzȋdȋtȋ/zerdeștȋ wê babetên nivȋsên min bin.
Ȋlim anjȋ zanyarȋ, herdem ȗ ji bo hemȋ kesan pêwȋste anjȋ bi gotinekedin ku em meselê vekirȋtir bikin; divêt ku merov bê rawestan li zanyarȋyê bigerihê ȗ xwe zanattir bikêye. Ezê vê babetê weke krȋterekê anjȋ hevgrêdanekê li kurdeyatȋyê tedbȋq bikim.
Temayên min; ”resensȋyona pirtȗkan” ȗ nivȋsên li ser rojeve gel ȗ welatême ”politȋka/realȋte” jȋ, wê mȋna rastȋyanbin/ ȋlmȋbin ȗ bi gotinekedin hedefamin wê ewe bê.
Vêce gelȋ xwendevanên RȖPELA NȖ, ezê di van babetande (di vȋ kar ȗ vê xebatê de) serbikevim anjȋ na, wê dem nȋșan bidê. Ha belkȋ jȋ hȗn xwendevanên vê saytame ferqbikin ȗbiryar bidin ku ma nivȋsên nivȋskar wê xwedȋ kalȋtebin anjȋ na.
"Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên Rûpela Nû nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in."
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin