Nivîskarê kurd Reûf Hesen koça dawî kir

Nivîskarê kurd Reûf Hesen koça dawî kir

Îro berbanga sibehê li bajarê Silêmaniyê çîroknûs û wergêrê kurd Reûf Hesen ji ber nexweşiyekê koça dawî kir.

A+A-

Reûf Hesen yek ji çîroknûs û wêrgêrê kurd bû ku li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û di salên şêstî de dest bi nivîsandinê kiriye, yekem pirtûka wî jî di sala 1967an de bi navê 'Gerdûn' hat çapkirin û belavkirin.

Piştî wê ligel Fûad Sirac û Selam Menimî pirtûkeke bi navê Çeger di sala 1973ê de çap û belav kir.

Nivîskar Reûf  Hesen kesekî rewşenbîr û çalak bû di warê nivîsa çîrok û wergerê de û derbarê vê yekê gelek berhemên wî hatibûn çap û belav kirin  herwiha endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ê şaxa Silêmaniyê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin