Nûçeya yekgirtina Partiya Demokrat di medyayan de dengdaneveke taybet hebû
.
Piştî daxuyaniya ragihandina yekgritina Partiya Demokrat, vê nûçeyê li ser medyayên herêm û cîhanê dengdaneveyek gelek taybet li pey xwe anî
Roja Yekşemî rêkefta 30`ê Gelawêjê, di rêûresimekê de, herdu aliyên Partiya Demokrat hevdu girtin.
Piştî vê yekê di demek gelek nêz û bi lezgîn de li ser medyayên herêmê û cîhanê dengdanevek taybet li pey xwe anî.
Piraniya ragihandin û medyayên herêm û cîhanê yekgirtina Demokratan weke pirsek girîng behs jê kirin.
Yekgirtin û li ser hevbûn a rêzên Partiya Demorkat weke yekek ji mezintirîn û xwedî reha partiya Kurdî dikare bandorek girîng û şûndaner hebe û hemû aliyekê bi girîngî behsa vê pirsê dikin û nirxandinek taybet bo hene.
Çavkanî: Kurdistan Media
Piştî cudabûna 16 salan, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) îro daxuyaniya yekîtiya xwe da.
Bixwîne: Piştî 16 salan ji cudabûnê her du partiyên demokrat bûn yek
Bixwîne: Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Birêzan Mustafa Hicrî û Xalid Ezîzî ra şand
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin