Nûciwanê Kurd ê 13 salî li Îranê bû yekem
.
Nûciwanê Kurd ê ji Loristanê, Elî Tûlabî pileya yekem a hevrikiya behremendan a televîzyona fermî ya Îranê bi dest xist.
Elî tûlabî 5 milyon û 562 hezar û 453 dengên xelkê bidest xist û bû yekemê programa Esrê Cedîd (Serdema Nû) a kanala 3 a televîzyona Îranê.
Wî bi stranên xwe yên Kurdî bala beşdar û bîneran û jûriya programê kişandibû, û di her qonaxekê de zêdetir hunera xwe û dengê xwe yê xweş pêşxist.
Elî Tûlabî 13 salî û xelkê bajarê Kûhdeşt ê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û çend caran di programa pêşbirka behremendan a televîzyona Îranê de tekezî li ser nasnameya xwe kir û ragihand, ku ew Kurdekî Lek e.
Tûlabî di wê programa kanala 3 a televîzyona fermî ya Îranê de bi xwendina strana Kurdî ya “Leylim Ley” derketibû qonaxa fînalê.
Elî Tûlabî bi xwendina stranên Kurdî di televîzyona fermî ya Îranê de li seranserê Îranê û herwiha li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî pir navdar bûye.
Di qonaxên pêştir ên programa behremenên Îranê ya kanala 3 a televîzyona Îranê de wî nûciwanê dengxweş ê Kurd, bi stranên Kurdî beşdarî di hevrikiyê de kir û stranên hunermendên mezin û navdar ên Kurd ên weke “Hesen Zîrek” û mamosta “Ezîz Şahrox” xwendin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin