Nûnerê Amerîkayê bi Rêveberiya Rojava re civiya

Nûnerê Amerîkayê bi Rêveberiya Rojava re civiya

.

A+A-

Hat ragihandin ku Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê Nicholas Granger ku doh 31ê Tebaxê bi seroktiya ENKSê re hevdîtin kiribû, li Rojavayê Kurdistanê serdana avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û bi Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd re hevdîtin pêk anî..

Hat diyarkirin ku di civînê de, behsa zehmetiyên ewlehî, aborî û êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozîsyonê yên bi ser Tirkiyê ve hatiye kirin û hatiye xwestin, Amerîka û Rûsya li dijî êrîşan helwesteke cidî nîşan bidin.

Bedran Çiya Kurd gotiye, “Ev êrîş li dijî ewlehiya herêmê ne û rê li pêşiya koçberiyeke din a xelkê herêmê vedikin. Pêwîstiya herêmê bi desteka siyasî, aborî û mirovî heye.”

Di beşeke din a civînê de, rewşa Kampa Hol û girtîgehên çekdarên DAIŞê hatiye gotûbêjkirin û dubare ji civaka navdewletî hatiye xwestin berpirsiyariyên xwe bicih bînin.

Ji aliyê xwe ve Granger tekez kir, helwesta wan diyar e û ew bi istiqrara herêmê re ne û gotiye: “Em li herêmê ne da ku ewlehiyê dabîn bikin. Dozên girêk çareser bikin û DAIŞê tune bikin. Û dê bi hev re li ser dozên hevbeş karê xwe temam bikin.”

Herwiha Nicholas Granger daye zanîn ku ew ê bi hemû awayan ji bo vegerandina ewlehiyê piştevaniyê bidin herêmê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin