Nûnerê Amerîkayê çû Şamê: Ji tundûtûjiyên dijî Elewiyan aciz e

Nûnerê Amerîkayê çû Şamê: Ji tundûtûjiyên dijî Elewiyan aciz e

.

A+A-

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Daniel Rubinstein çû Şamê û nîgeraniyên Waşingtonê yên derbarê kiryarên li dijî Elewiyan gihandine berpirsên nû yên wî welatî.

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Daniel Rubinstein destpêka vê hefteyê bi awaeyekî nihen çû Şama paytexta Sûriyeyê û li gel Wezîrê Karên Derve yê nû yê Sûriyeyê civiya.

Daniel Rubinstein acibûna îdareya Biden a derbarê wan raporan de anî ziman ku behsa tundûtûjiyên li himberî Elewiyên Sûriyeyê dikin.

Medya Amerîkî li ser zarê çend berpirsên Amerîkî eşkere kiriye ku di wê civînê de, Rubinstein ji Şeybanî re gotiye, divê êrişên ser pêkhateyên Sûriyeyê bi dawî bibin.

Li beramber Şeybanî ragihandiye ku îdareya nû ya Sûriyeyê li dijî wan tundûtûjiyan e û piraniya wan binpêkariyan ji aliyê çekdarên din ve hatine kirin û ne ji aliyê çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê ve.

Desthilata nû ya Sûriyeyê mijûlî organîzekirina hêzên cuda

Her wiha Şeybanî ji şanda Amerîkayê re gotiye ku desthilata nû ya Sûriyeyê mijûlî organîzekirina hêzên cuda yên navxweyî yên Sûriyeyê ne û hewl didin wan bikin yek û hêzeke hevbeş û yekgirtî di bin fermana Wezareta Parastinê ya Sûriyê de pêk bînin.

Şanda Amerîkayê jî hişyarî da Wezîrê Karên Derve yê nû yê Sûriyeyê ku pêwîst e bilez ew binpêkirin bên rawestandin.

Rubinstein diyar kir ku eger binpêkirin neyên rawestandin dibe ku kom û alîgirên Beşar Esed an jî çekdarên DAIŞê wê yekê wekî derfet bi kar bînin û nakokiyên nû li nav Sûriyeyê çêbikin.

Piştî ketina Beşar Esed, piraniya welatên rojavayî û Amerîkayê rêzgirtin û parastina mafên pêkhateyan ji bo desthilata nû ya Sûriyeyê wekî merc diyar kirine li hemberî asayîkirin û piştgiriya civaka navneteweyî ji bo Sûriyeya nû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin