Nûnerê Bilind yê YE'ê Borrell Dê bo Navalny Serdana Moskowê Bike
.
A+A-
Yekîtîya Ewrupa (YE) biryar da ku Nûnerê Bilind yê Peywendîyên Derve û Sîyaseta Ewlekarîyê Josep Borrell bişîne Moskow ya paytexta Rûsya.
Borrel dê jiber cezaya girtîgehê ya bo rexnegirê Kremlînê Alexei Navalny û maytekirina tund ya li protestoyên aştîyane serdana Moskowê bike.
Jiber dagirkerîya Rûsya ya li Qirimê, peywendîyên YE û Moskowê xirab bûbûn ku ji 2017’an vir ve hîn ti karbidestê payabilind yê yêkîtîyê neçûye wî welatî.
Josepp Borrel dê Wezîrê Derve ye Rûsya Sergey Lavrov re bicive û berteka YE ya ser bûyerên dawî ji wî re bibêje.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin