Nûnerê HDPê: 7 endamên me ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatin desteserkirin

Nûnerê HDPê: 7 endamên me ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatin desteserkirin

.

A+A-

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ragihand, piştî teqîna li taxa Eqarî ya Silêmaniyê 7 endamên wan ji aliyê hêzên asayişa Silêmaniyê ve hatin desteserkirin û got, “Nabe ku li Silêmaniyê teqînek çêbibe û asayîşa Silêmaniyê endamên me desteser bike, HDP hêzeke siyasî ya yasayî ye.”

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê Mislim Kaplan îro Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re got, “Piştî teqîna îro li Silêmaniyê 7 endamên me ku endamên asayî ne û ti berpirsyariyeke wan nîne, ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatin desteserkirin.”

Kaplan li ser peywendiya teqîna îro ya li Silêmaniyê û desteserkirin endamên wan got, “Em penaber in û weke penaber dijîn. Nabe ku her roja ku li Silêmaniyê bûyer, teqîn û kuştinek çêbibe endamên me bên girtin. Tu eleqeya van bûyeran bi me re nîne. Ji bo asayîşa Silêmaniyê şerm e ku endamên me bigirin, ne diyar e çima hatine girtin û em nizanin ji me çi dixwazin.”

Roja Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an, otomobîlek bi 50 heta 100 metreyan li nêzîkî baregeheke asayişa Silêmaniyê teqiya. Li gorî zanyariyên Rûdawê, di encama teqînê de 2 kes birîndar bûne ku yek ji Herêma Kurdistanê ye û yê din jî ji Tirkiyê ye.

Nûnerê HDPê yê Silêmaniyê li ser cihên ku endamên wan hatine desteserkirin de got, “Ew endam her yek li cihekî hatine desteserkirin, hinek li mal û hinek jî li ber malên xwe hatin desteserkirin. Beşek ji wan ji aliyê asayîşê ve li ser kar hatin girtin. Hinek ji wan jî li ber avahiya HDPê hatin girtin.”

Nûnerê HDPê rexne li desteserkirinan kir û anî ziman, “Girtina endamên me di demekê de ye ku hevalên me li parêzgeha Silêmaniyê têne kuştin û 9 hevalên me di van du salên borî de şehîd bûne, ti kes nehatiye girtin û derbarê wan de tiştek ji me re negotiye. Eşkere ye ku îstîxbarata Tirk (MIT) ew kuştin.”

Nûnerê HDPê her wiha got, “Her tiştê me diyar e. Cihê karê me tê zanîn û Neteweyên Yekbûyî jî vê yekê dizane. Çima Asayîşa Silêmaniyê endamên me desteser dike?”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin