Nûnerê MSDyê yê Amerîkayê: HSD ji sedî 40ê axa Sûriyeyê kontrol dike

Nûnerê MSDyê yê Amerîkayê: HSD ji sedî 40ê axa Sûriyeyê kontrol dike

.

A+A-

Hevserokê Nûnertiya MSDyê yê Washingtonê ragihand ku di navbera HSD û Tehrîr El-Şamê de li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê danûstendin hatin kirin.

Hevserokê Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq beşdarî bûltena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser bipêşketinên dawî yên rewşa Sûriyeyê, pêwendiya navbera HSD û HTŞyê bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.

Besam Îshaq got, "Me her tim bi biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî daxwaza çareseriya siyasî li Sûriyeyê kiriye.

Ev helwesta me neguherî ye û em dê destê aştiyane dirêjî hemû civak û aliyên Sûriyeyê bikin ku Sûriyeyeke nû ku pir pêkhatî û nenavendîbûnê qebûl dike dixwazin."

"Ji sedî 40 axa Rojava û Sûriyeyê di destê HSDyê de ye"

Derbarê van guherînên dawî yên li ser axa li Sûriyeyê Besam Îshaq diyar kir ku HSD nêzî ji sedî 40ê xaka Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe û El-Bûkemal jî di bin kontrola HSDyê de ye.

Îshaq eşkere kir ku li ser rewşa her du taxên kurdnişîn Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê di navbera HSD û Tehrîr El Şam de danûstendin hatine kirin.

Her wiha Îshaq tekez kir ku bi giştî kanaleke diyalogê bi HTŞyê re heye lê guherîn zû diqewimin, lewma ew nizanin dê di pêşerojê de çi bibe.

"Dibe ku di navbera Amerîka û HTŞyê de danûstandin çêbibin"

Hevserokê Nûneratiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê got:

"Helwesta Amerîkayê ya li ser rewşa niha ya li Sûriyeyê ne pir zelal e.

Lê berpirsên berê dibêjin, eger Tehrîr el-Şam bi yasayên Neteweyên Yekbûyî razî bibe, dibe ku danûstandin di navbera Hikûmeta Amerîkî û Tehrîr el-Şam de çêbibin."

"Vekişîna Amerîkayê ne guncaw e"

Li ser hevahingiya HSD û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî Besam Îshaq got:

"HSDê bi hêzên hevpeyman re hevahengî heye û ti dudiliya wan derbarê vekişandina hêzên Amerîkî nîne.

Ji ber ku dizanin ku rewşa niha ya li herêmê û Sûriyeyê pêwîstî bi wê yekê heye ku hêzên Amerîkî bimînin û dem ji bo vekişîna wan ne gucawe.

Daxwaza me ji Amerîka û hevpeymanên wê ew e ku alîkariyên mirovî bigihînin penaberên Heleb û navçeyên din.

Ji bo vê mebestê me bi balyozên li vir li Washingtonê re hevdîtin kir ku alîkariyên xwe bigihînin wan deveran."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin