
Nûnerê NY yê Sûriyê Pedersen: Pêngavên rêvebiriya Şamê ya demkî ne diyarin
.
Nûnerê NY yê Sûriyê Pedersen ragihand ku pêngavên rêvebiriya Şamê ya demkî ne diyarin. Geir Pedersen got ku hêjî pêngavên rêvebiriya Şamê diyar nînin û xelk ji bo tehdîda DEAŞê endîşe dike.
Pedersen, di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de, di konferansa bi navê Rojhilata Navîn de, agahiyan da nûnerên welatên pêwendîdar yên endam. Pedersen got:
“Sûriye di pêvajoyekî girîng de derbas dibe û dixwazim hun bizanibin rayedarên demkî yên Şamê di mijara pêvajoya demkî de, di kîjan astê de ne, ji we re bêjim. Lê pêngavên ji niha û pê de, gelek detayên wan hêj zelal nînin.”
Pedersen, gotina Ahmed Şara ya di 30.01.2025an de bibîr xist ku gotibî ‘wê bixebite da hukumetekî demê îdare bike ava bike û Sûriyê ji bo hilbijartinekî azad û adil amade bike.’ Lê di vê mijarê de heya niha gavekî fermî nehatiye avêtin. Pedersen weha dewam kir:
“Şam dewam dike ku artêşekî netewî ava bike û xwe bixe garantiyê. Bi îhtîmala ku wê kar şaş bimeşe, xelkê Sûriyê bi endîşeye ji ber tehdîda DEAŞê dewam dike û kesên biyanî di asta bilind ya artêşê de cîh digrin û ew jî ji bo xelkê Sûriyê tehdîdin.”
Pedersen got ku artêşa Îsraîlê peymana 1974an îhlal dike, divê Îsraîl paşde vekşe û mijar digihê konseyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin