Nûnerê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Li Barzan Pêşewazîya Heyeta PAKê Kir

Nûnerê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Li Barzan Pêşewazîya Heyeta PAKê Kir

.

A+A-

Heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta 120emîn salvegera jidayikbûna cenabê wî, li Barzan seredana ser mezelê rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir.

Heyeta PAKê çelengeke ji gulan danî ser mezelê nemiran.

Heyeta PAKê ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Rêzdar Orhan Kaya, endamê meclîsa partîyê ya PAKê Rêzdar Hamdusena Demîrel, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Temo Ayas û ji endamên PAKê yên li Başûrê Kurdistanê pêk hatibû.

Rêzdar Şêx Xelat Barzanî yê Nûnerê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Rêzdar Orhan Kaya li ser mezelê nemiran Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs

Barzanî axaftinek kir.

Ev jî teksta axaftinê ye:

‘’Em rêberê miletê Kurd Mele Mistafa Barzanîyê nemir bigiramî bibîrtînin

Mele Mistafa Barzanî yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd e.

Mele Mistafa Barzanîyê nemir di 14ê Adara 1903yan da jidayikbûye û di roja1ê Adara 1979an koça dawî kirîye. Ango adara îsal, 120emîn salvegera ji dayikbûna wî û 44yemîn salvegera wefata wî ye.

Jiyana Mele Mistafa Barzanî, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Herweha jiyana Mele Mistafa Barzanî , bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi berxwedanê û bi sekneke bi biryardarîyê ve hatîye hûnandin.

Weke Serfermandarekî Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye.

Ew damezranêr û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê ye.

Bi serokatîya Mele Mistafa Barzanî di 11ê adara 1970yê de bi Hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê hatîye îmze kirin.

Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye.

Têkoşîna Mele Mistafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî ye, ya Xoybûnê û ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistafa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistafa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi têkoşîna hemû kedakarên doza azadîyê, li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe.

Em di 120emîn salvegera jidayikbûna wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîrtînin.

14.03.2023

Orhan Kaya

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)’’

1-352.jpg2-405.jpg3-368.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin