Nûnerên Amerîkayê bo danûstandinên Kurdî-Kurdî gihîştin Rojavayê Kurdistanê
.
Nûnerên Amerîkayê bo danûstandinên Kurdî-Kurdî, gihîştin Rojavayê Kurdistanê û di demeke nêzîk de wê civîn bên lidarxistin..
Li gor her du endamên ENKS û PYNK Fesla Yûsif û Salih Gedo ji Radyoya Rudawê re di derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên têkildarî wan danûstandinan axivîn û dan zanîn, nûnerên Amerîkî gihîştine Rojavayê Kurdistanê û di demeke nêzîk de danûstandinên navbera ENKS û PYNKê destpê dikin.
Her du endamên şandên danûstandkar tekez kirin, ku nûçeyên derbarê rawestandina danûstandinan de ne rastin û tenê ji ber amadenebûna aliyan, ew danûstandin bi awayekê demkî hatibûn paşxistin. Herwiha her du aliyan daxwaz kirin, daxuyaniyên ku ziyanê digihînin van danûstandinan neyên dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ENKS û PYNKê, heta niha du qonaxên danûstandinan bi dawî kirine û gihîştine rêkeftinê, lê qonaxa sêyem a danûstandinan hêj maye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin