Nuri  Aldur: li ser Lars Vilks

Nuri  Aldur: li ser Lars Vilks

.

A+A-

Nuri  Aldur

Berî  bi  du hefteyan  resam û ronakbîrê  swêdî Lars Vilks  di qazayeke trafíkê de wefat kir. Di  vê qazayê de du polís  jî,  ku parêzerê wî  bûn, li gel Lars ji nav me koçkirin û çûne ser dilovaníya xwe. Em ji bo her sê gorbihistan rehmet û ji bo xizm, dost ú hevalên wan û  hemî hûnermend ú ronakbîrên hevalbendên Lars  sebr û sersaxî  dixwazin.

Lars  ev  demeke dirêj bû ku di bin tehdîda îslamîstan/teroristan de bû û wan gelek caran xwestin kû wí bikujin. Lewra  jî  ji sala 2015an ve  ye ku ew di bin parezerîya polîs de bû. Carekê ji bo kuştina wî çûne mala wî lê wê rojê Lars ne li mal bû ú wan  xwestin ku agir berdane mala wî. Cara din li Kopenhagê hûcûmî  semînêra Lars kirin û du kesên  guhdar hatine kuştin – hingí  yên qatil jí hat kuştin. Ew kesên ku çun mala wî û xwestin agir berdine mala wí hatin girtin û cezayén xwe jî xwarin. Lê helbet  li dene  dí  jí,  semínêrên Lars hatne sabota kirin û ew gelekí aciz kirin.

Pistí mirina Lars gelek kesén húnermend ú ronakbír;  civaka  ku Lars tê de dijí  rexne kirin  ku civaké neheqí  li Lars kir;  resm û húneré  wí  qabúlí  múze  ú salonén gelerí ne dikirin – dezgehén  çand ú kulturí  cíh ne didana berhem û keda wí. Dezgeha polís  daxwaz  ú hêvíyên Lars gelek guhdar nedikirin û rol ú bandora  wî  di prosesa parastin a wí de pir nebû û vê hem Lars ú hem  j í hevjín a wí  xemgín dikirin. 

Rojnamevan Niklas Orrenius pirtukek/roportajek bi navê ”Skotten i Köpenhamn”  nivísandíya ú di vé pirtukê de Lars gazinan dike ú xemgíníya  xwe  ku ew  cand- ú dezgehén  kulturí  xwe  jê  durdikin  ú  ew  xwe  tenha  û  ízole  dibíné.

Aborí anvjí  zêde masrafbûna ku ji bo parêzetíya wí  têdkirin  ew  xemgín dikir;  ji ber kû  wí  didít  ku civaké cavtengítí dikir. Lé Lars  bécarebú ú mecburbu ku her dem ú her kéli di bin parézeríya  polísande bé ú bé goman ev dem ú kélí mína jíyaneke  zíndaníbú. Berí bi cend rojan rojnamevenek gotineke di cihén xwe de got: ” Lars  di  welat é xwe  de hésírek  bú” . Húnermendén ku hij  azadí,serbestí ú xwesíyé  dikin ú bo wé atmosfer ú felsefê  j í her dem di xebitin ú di tekosin – di dawí de,  mína Lars,  dibine mína kesén di girtígehande ú li malén xwe/li welatén xwe dibine hésír ú reben.  Gelek nivískar,hunermend ú ronakbírén ku di bin tehdídén teroristandene  hene; mína Salman Rushdi,  Roberto Saviano ú bi sedan, hezaran ronakbírén ku  ji tirsa terorístan anjí dewletén teroríst  revíyana  hene.

Helbet  mirina Lars em gelek kesén ku hij  húner, berhem ú felsefa wi dikin  dilsikestí  ú xemgín kirin. Lé li gor media civakí em agadar jí bún ku gelek kesén ku  dilxwazén íslamíst ú terorístanin  li welatén  mína Misir ú Tirkíyé  kéfxwesí ú dilgesíya xwe her belav dikirin. Li hinek saytén li Swéd jí van kesan kéfxwesíya  xwe di medía civakíde belavkirin, lé li ser pirs ú kontrolan hinek  rojnamevanén  zírek  van saytan gelek  ji  wan mesajan zú bi zú rakirin ú xwe mína bé súc ú gúneh ifadedikirin.

Berí bi cend rojan me di TV é de li ser roportejeke  ku berí  bi  3 salan hatibú belavkirinde hevpeyvínek  bi Lars  re  dít  ú  li  wir  ji  Lars  di  pisin kú ma ew posmana ku wí berhem  a  xwe afirand  û belavkir – bersiva  wí  kurt  ú  dírek ”NA” bû.

Her  ciqas  jíyana Lars  dibin  sext, tarití ú nexwesíyan de jí bú , wí  gav pasda ne avétin ú li ser rék ú baweríya  xwe her berdewamkir. Ev  prensíbén mamoste ú profesoré  húner ú candé,  bawerí ú felsefa wí,  xebat ú keda wí bo GOTINA AZAD, HÙNERA AZAD, CIVAKA AZAD  bo  me dost  ú hevalén wí dibét  zanyarí, cesaret  ú  xebata  li  dijí pasverútí  ú barbarízmé.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin