Nurî Aldur: Ronakbîrî

Nurî Aldur: Ronakbîrî

.

A+A-

Nurî Aldur            

Di nivîsa xwe ya yekemîn ya ”Ronakbîrî”de,  mi qala krîterên ”ronakbîrîyê” yên mîna zanyarî, cesaret û meraq ê kiribûn û van krîteran bê gûman fenomenên bingehîn in ji bo ronak û rewșenbîrî yan jî  entelektûalîzmê. Li vir ez karim krîtereke din jî, kî krîtereke teknîkî ye, balam pir giring- û bingehîne bo prosesa enetelektûalîzmê:  çî ye ev krîter?   Navê vê krîterê jî  ”fedakarî” ye. Xwendevan karêt meraq bike, ku ma bi çi wateyêye gotina ”fedakarî”.

Ne ku merov divêt herê xwe bikuje- an jî xwe bike qurban – lê ew kesê ku xwe mîna xebatkarê îlim, zanyarî û rewșenbîrîyê dizane/dibîne divêt xwe bi kar û armancên xwe ve bi wastênê/bi mijûl bê! Eger ez li vir mîsalek bidim, belkî ezê di nivîsa xwe de serkeftîtir bibim an jî wê îzahkirina min zelaltir bibe. Çîye ev mîsal?    

Bixwîne: Ronakbîrî - Nurî Aldur (1)

 Wek mîsal:  eger ez bixwazim ku bizanim bê ma Saîdî Nûrsî (bi navê Bedûîzaman jî têt nasîn) xwedî bawerîke/felsefeke olî bû an jî netewî bû an jî belkî xwedî hem olî û hem jî netewî bû – divêt ez li belge û dokûmentan bigerihim, bi çi zimanî be bila be, û van dokûmentan bi kesên zimanzan texlîl, analîz û sîrove bikim. Eger dokument tûnebin, divêt ez herim  wî/wan cîhên ku ew lê hatîye dinyayê, xebitîye / xwendîye/jîyaya bigerim û malûmatan kom bikim/qeyd bikim û li vir jî texlîl, analîz û șîrovekirin pêwîst e. Û bê gûman metodên din jî hene ku mirov karêt wan bikar bîne; mîna digîtalîtîyê-  û aletên din yên dinya modern.

Ez dixwazim li vir vê bibêjim: xebatên entelektûelî; kar +dem + xizmet+ dîse kar +masraf/biha+ tahamûl/sabr+qabîlîyeta guhdarkirinê, ya xwe guherandinê û belkî jî ji nû ve destpêkirinê  û dîsa kar û xebatê - fedakarîyê dixwazit.                                                                                             Ez karim rojnamevan û nivîskarê me Çetin Çeko li vir binav bikim ku nivîsên wî(bi tirkî ne) xwedî naverokeke rewșenbîrîyê ye: bi awakî îlmî (lêkolînî/kar û xebat, objektîv û neutralîtêt, cesaret, analîz û bi çavkanî) xwe nêzîkî babeta xwe dike û mîna akademîsyanekî kurd/ pisporekî kurd dikevê nav nivîsa xwe û wê bi dawî tênê.        

Navekî din ku ez dixwaxim ku li vir binav bikim Altan Tan e. Altan jî bi awayekî vekirî, zelal û rastîtîyê berhemê xwe diafirîne. Pirtuka wî ya li ser Torê (bi tirkîye) berhemeke hêja ye û evan berhemê wî dixê dereceke bilind ya di ronakbîrîyê de.                                                                                              

Ezê li vir çend mîsalên ku ronakbîrên swêdîyan li ser pirsa kurdi yan van demên dawî bo NATO di rojnamanda nivîsandine pêșkêșî we xwendevanan bikim. Du mîsal ji wan piștgirîyê didine kurdan û eve pozitîve,  lê yek mîsal jî rexneye li kurdan û em gerek vê rexnê, li gor krîterên ilim û ronakbîrîyê,  jî pozitiv bibînin ji ber ku rexneke bo baștirbûnê ye û pêwiste kurd vê rexnê rexneke dostanî bibînin. Û helbet her rexne jî nepêwîste pozitîvbe – ji xwe rexne bi xwe negatîve lê divê em wê bixne kirasekî pozitîvde.

”,,,Emê çawa li gel rejîma Erdogan bin ku kurdên Surî dikujê, kî ewan kurdanin ku șerekî dijwar li gel DAIŞ kirin û DAIŞ têkbirin…”.(1)          

”…ji bo min gelekî zahmete ku li gel Tirkîye em di yekîtîyeke leșkerîdebin – ji ber ku hem demokrasîya wxe xerakirine û hem jî bi firokê xwe kurdan bombebarandikin”. (2)                             

Pirtukeke nû li ser Staffan de Mistura/berpirsîyarê Neteweyên Yekbûyî(NY) li Iraqê yên berê hatîye nivîsandin û ew qala bîranînê xwe yî wê demê dike. Min ev pirtuk nexwendîye, li min resensîyonek li ser xwend û li dereke weha dibêje ku di 2007 an de li parlamentoya Hewlêrê wî li ser mesela petrola Kerkukê och miletê sivîl axaftinek kirîye, lê serokașîrek xwe aciz kir û dijî axaftina wî derket. Staffan bersiva wi da û got ku dema 1991 ku kurd ji ber zilma Sadam revîyabûn û serokan bazdabûn, lê wi ji kurdên penaberre li çîya û nawalan xizmetdikir…” (3)                

Çavkani:  1) Sven-Erik Liedman/Dagens Nyheter – 2022.04.20 2) Isobel Hadley Kamptz/Dagens Nyheter - 2022.05.04   3)Erik Olsson/Dagens Nyheter(beșê kulturê) –

2022.05.22   

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin