Nûrî Malikî: Dibe ku Iraq parçe bibe

Nûrî Malikî: Dibe ku Iraq parçe bibe

.

A+A-

 Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê Nûrî Malikî bal kişand ser zehmetiyên ku Iraqê rûbirûyî wan bûye û got, dibe ku Iraqê parçe bike.

Malikî, 15ê Adarê di civîneke li Bexdayê de ragihand ku Iraq rûbirûyî gelek zehmetiyan ne û bi taybetî jî nikare têkoşîneke baş li dijî terorê bide.

Herwiha Malikî, diyar kir ku plana parçekirina Iraqê ji sala 1980yî jî di rojevê de ye û îdia kir ku Îsraîlê ew proje daniye.

Malikî got ku egera parçebûna Iraqê heye û hişyarî da ku iraqî yekparçebûna welatê xwe li hember her cûre hewldanekê biparêzin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin