NY alîkarîkirina koçberên li Rojavayê Kurdistanê naxe rojeva xwe

NY alîkarîkirina koçberên li Rojavayê Kurdistanê naxe rojeva xwe

.

A+A-

 Di demekê de ku Netewên Yekbûyî xema koçber û penaberên li bakurê rojavayê Sûriyê, ango Idlib û derdora wê dixwe ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê de ye, behsa koçberên bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê nayê kirin ku niha li kampên Rojavayê Kurdistanê dijîn û rewşa wan jî gelekî xerab e.

9ê Cotmeha 2019yan ve, Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ji opozsiyona Sûriyê, êrîşa bi navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” li dijî navçeya Serê Kaniyê û Girê Spî, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, encam da.

Bi sedema wê êrîşa leşkerî, derdora 300 hezar welatiyên sivîl, ji wê navçeyê koçber û derbider bûn û mal û milkên wan, ji aliyên hêzên êrîşker ve hatin wêrankirin û talankirin.

Ji ber nebûna alîkariyên mirovî weke pêwîst, ji aliyê rêxistinên navdewletî ve, rewşa koçberên Serê Kaniyê gelekî zehmet e, û zehmetiyê di peydakirina xwarin, derman, av, elektrîk û pêdiviyên sereke yên jiyanê de heye.

Koçberên Serê Kaniyê banga xwe digihînin Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî ku alîkariyê bi wan re bikin.

Gilî û gazinên koçberên Serê Kaniyê ji yekem roja koçberbûna wan ve, hene, bi taybetî ku derfetên kar nînin, ne jî guhdan weke pêwîst, ji aliyê rêxistinên mirovî bi wan tê kirin.

Berdevkê  Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku ji aliyê civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî ve alîkarî pêşkêşî wan koçberan nayê kirin û ew koçber ji xizmetgûzariyên weke xwarin, av, derman û elektrîkê jî bêpar in.

Mehmûd Cemîl ji  Rûdawê re behsa rewşa koçberên Serê Kaniyê kir û da zanîn: “Beşek ji koçberên Serê Kaniyê û gundewarê wê, li nav hersê kampên (Waşokanî, Serê Kaniyê û Newroz) bicih bûn. Beşekî din, ber bi bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûdê û derdora Serê Kaniyê ve, koçber bûn û li wan deveran bicih bûn. Beşekî din jî li Başûrê Kurdistanê dijîn.

Li gorî zanyariyên Berdevkê Komîteya Koçberê Serê Kaniyê, Mehmûd Cemîl, ji Rûdawê re gotine:

  • Li Kampa Waşokanî; 1 hezar û 986 kon hene, 2 hezar û 370 malbat in û j 17 hezar kesî pêk tên.
  • Li Kampa Serê Kaniyê; 2 hezar û 740 kon hene, 2 hezar û 334 malbat in û bi hejmara 14 hezar kesî.
  • Li Kampa Newrozê; 989 kon hene, 849 malbat in û Ji 4 hezar û 500 kesî pêk tên.

Her bi gotina Mehmûd Cemîl, rêxistinên ku li wan kampên koçberê Serê Kaniyê kar dikin:

Rêxistinên: ACTED a Fransî, IRC, NRC, Relief, CHF û SP yên navdewletî ne.

Herwiha Rêxistina Dan)a xwecihî û Navenda Aştiyê ya xwecihî.

Lê tevî hebûna wan rêxistinan jî, rewşa mirovî ya koçberên Serê Kaniyê gelekî xirab û zehmet e û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin