NY: Em derbarê destjikarberdana Ebdûlmehdî de agahdar bûn
Berdevkê Serkreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) Ferhan Haq got ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji destjikarberdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî agahdar bû.
Navenda Nûçeyan- Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, derbarê biryara destjikarberdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî de axivî.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê aşkere kir ku Antonio Guterres agahdar bû ku Adil Ebdûlmehdî dê dest ji kar berde.
Faq dîyar jî kir ku Guterres ji bo qonaxa bê daxwaz ji alîyên sîyasî yên Iraqê kirîye ku di çarçoveya destûrê de û li gor berjewendîyên xelkê biryarên herî baş bigirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê tekez jî kir ku Guterres daxwaz ji berpirsên Iraqî kirîye ku jîyana xwepêşanderan biparêzin û rêzê li daxwazên xwepêşanderan bigirin û herwiha daxwaz jî kirîye ku derbarê endamên hêzên emnî yên Iraqê ku tundî li dijî xwepêşanderan bikar anîne lêpirsîn bê destpêkirin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro di daxuyanîyekê de aşkere kir ku ew dê destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike û dîyar kir, “Ji bo ku Iraq nekeve nav şer, alozî û zehmetîyan, ez dê destjikarberdana xwe pêşkêş bikim.”
Ew biryara Serokwezîrê Iraqê, piştî gotara îro ya rêberê mezin ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî hat ku di wê di wê gotarê de Sîstanî daxwaz ji parlamentoya Iraqê kiribû û gotibû, “Lezê bikin bo pesendkirina zincîreyek yasayên taybet bi hilbijartinan ku bi razîbûna gel be, da ku amadekarî bê kirin bo encamdana hilbijartineke azad û paqij.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin