NY: Giftugoyên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê şikest xwar
.
Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê ragihand, danûstandinên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê bê encam bi dawî hatine.
Xula 5emîn a danûstandinên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê li Cinêva Swîsreyê di navbera 15 nûnerên ser bi hikûmet û opozisyona Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl birêve çûn.
Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen dibêje, “Min ji 45 endamên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê re got ku, `em nikarin bi vî awayî berdewam bin`. Ev hefte cihê bêhêvîbûnê bû.”
Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê dibêje, “Min hinek armanc danîbûn, berî destpêkirina danûstandinan pêk bînim, lê me ew armanc pêk neanîn. Sedem jî ew e ku di navbera aliyan de hevtêgihiştineke baş nîne ku çawa di nav komîteyekê de pêş bikevin.”
Herwiha Gier Pedersen, got jî eger mekanîzma karkirina komîteyê neyê guhertin, ew nikarin dirêjî bi civînan bidin û tekez jî kir ku ti pêşveçûnek di nivîsandina destûra Sûriyê de pêk nehatiye ji bo pêşveçûnê jî pêwîst e aliyên beşdarên komîteyê şêwezê karkirinê biguherînin.
Pedersen aşkere kir ku di demeke nêzîk de ew dê serdana Şamê bike bo ku li gel hikûmeta Sûriyê bicive û diyar jî kir ku ew dê li gel, Rûsya, Îran, Tirkiye, welatên Erebî û îdareya nû ya Amerîkayê giftugo bike li ser mijara çawaniya cîbicîkirina proje biryara 2254 a Encûmena Asayişê ya Netewên Yekbûyî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê.
Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê behsa wê jî kir ku roja 9ê Sibatê ew dê li Encûmena Asayişê ya Netewên Yekbûyî amade bibe ji bo axaftina li ser encamên giftugoyên dawîn ên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê.
Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Îlona 2019an hat pêkanîn û mehek piştî wê yekemîn civîna xwe encam da.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin