NY: Li Sûrîyeyê 5 milyon zarok winda ne
Komîsyona Lêkolînên Li Ser Mafên Mirovan a Netweyên Yekbûyî li ser Sûrîyeyê raporek amade kirîye.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Komîsyona Lêkolînên Li Ser Mafên Mirovan a Netweyên Yekbûyî li ser Sûrîyeyê raporek amade kirîye. Sîyasetnasê ji Brezîlyayê, Paulo Sergio Pinheiroyî serokatîya komîsyonê kirîye.
Li gor raporê:
- Li Sûrîyeyê zêdetir du milyon zarokan nikarin bi awayekê rêkûpêk biçin dibistanan.
- Piştî şerî bi hezaran dibistan herifîne.
- Bûyerên tûndkar diqewimin û ji ber wê zarok nikarin biçin dibistanan.
- Zarok ji bo beşdarî leşkerîyê bibin têne şandin.
- Mirov li ber çavên zarokan tên înfazkirin.
- Tecaviz li arokên keç tê kirin.
- Zarok di xemgînî û tinetîyê de mezin dibin.
- Gelek zarok û kesên sivîl hatine kuştin lê jimareka berdest nehatîye pêkanîn.
- 5 milyon zarok winda ne.
Bianet
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin