Odeya Bijîşkan a Stenbolê xelata xwe ya îsal da Malbata Şenyaşar
.
Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) îsal ji bo bîranîna bijîşkê diranan Sevînç Ozgûner "Xelata Mafên Mirovan û Aştî û Demokrasiyê" da Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar.
Dayîka Kurd Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê mirovên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatîn kuştin, di roja 441mîn a Nobeda Edaletê de, ligel kurê xw, li ber avahiya Dadgeha Rihayê, “Xelata Mafên Mirovan û Aştî û Demokrasiyê" ya ji aliyê Odeya Bijîşkan a Stenbolê ve ji bo bîranîna Sevînç Ozgûner tê dayîn wergirt.
Odeya Bijîşkan a Stenbolê beriya niha ragihandibû ku " Xelata Mafên Mirovan û Aştî û Demokrasiyê" di sala 2022an de ji bo malbata Şenyaşar û "Pêkhateyên Berxwedana Bogaziçiyê" bê dayîn.
Di daxuyaniya Odeya Bijîşkan a Stenbolê ya bi boneya xelatdayînê de wiha hat gotin: "Em endama Konseya Navendî ya TTBê Sevînç Ozguner a ku di 23ê Gulana 1980an de li Mecîdiyekoyê li mala xwe ji aliyê dijminên demokrasiyê ve hat qetilkirin di 42yemîn salvegera wî de bi bîr tînin. Xelata Mafên Mirovan, Aştî û Demokrasiyê ku em wek Odeya Bijîşkan a Stenbolê her sal ji bo bîranîna Sevînç Ozguner didin, xelata îsal dê ji Pêkhateyên Berxwedana Bogazîçî û Malbata Şenyaşar re bê dayîn.”
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo xelatê wergirin çûn Stenbolê.
Emîne Şenyaşar xelat ji Seroka Yekitiya Bijîşkan a Tirkiyê Şebnem Korur Fincanci wergirt.
Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê ji 3 salan zêdetir e li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin