Odeya Mîmaran a Mêrdînê: Li Darayê avahiyeke ji betonê çêkirine
.
Rêveberê Odeya Mîmaran a Mêrdînê Emîn Baydagî got ku ji bo qadên dîroki yên parastî destûra avahiyên ji depîn an jî ji polayê çêdibe hatiye dayîn lê li Darayê bi betonê avahî hatiye çêkirin. Rayedarên Wezaretê, ev îdia qebûl nekirin.
Wezareta Bajarvanî û Guherîna Îklîmê li bajarê Kevnare Dara di asta Qada Dîrokî ya Parastî ya Yekem de pejirandiye. Li gorî vê rewşê, nabe ku li darayê li derveyî yên diyarkirî, avahî çêbibin.
Li gorî daxuyaniya Odeya Mîmaran a Mêrdînê, Wezaretê, li Daraya kevnare avahiyeke ji betonê çêkiriye.
Odeya Mîmaran a Mêrdînê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku “Digel hemû neyêniyan, Bajarê Kevnare Dara bi daneheva xwe ya dîrokî û tevna xwe bi sed salan e hewl dide li ser lingan bimîne.” Odeya Mîmaran destnîşan kiriye ku bi vê avahiyê re ya di bin navê “navenda pêşwazîkirinê” de hatiye çêkirin, “hemû rêzikên fenî û hunerî yên ji bo qadên arkeolojik derbasdar in hatine binpêkirin. Avahiyê dîroka bajarê me tarî kiriye.”
Her weha hatiye gotin ku kesên li niştecihên wir û geştiyar jî ji vê rewşê aciz in.
Endamê Lijneya Rêveber ê Odeya Mîmaran a Mêrdînê Emîn Baydagî ji bianetê re diyar kir ku ji bo li cihên dîrokî yên parastî avahiyek bê çêkirin, hin qonax hene:
“Ji bo çêkirina avahiyê, li gorî tedbîran, berê ew der tê kolan. Di encama kolandinê de ger tiştek dernekeve, heta ji dest tê ne bi betonê, avahiyeke ji depînan, portatif an jî ji polayê tê çêkirin. Lê ne bi vî rengî.”
“Nîv metro kolane”
Me ji Baydagî pirsî, gelo ka ev qonax bicih hatine an na? Wî got: “Xebat kirine lê nîv metro kolane. Ji bo milet bibine. Gundiyan got ku li wir tiştet hatiye dîtin. Lê ser girtine. Ji bo avahiya li wir dewam bike. Piçekî kolane. Niha ji xwe piştî kolanê, betonê dirijînin li ser wir.”
Baydagî destnîşan kir ku wê li wir otoparkekê jî çêbikin.
Çavkaniyên Wezaretê yên me mijar ji wan pirsî, ev îdiayên navborî qebûl nakin. Wan got ku avahî ne betonarme ye lê bi konstrüksiyona polayê hatiye çêkirin. Rêveberê Odeya Mîmaran ê Mêrdînê Emîn Baydagî derbarê daxuyaniya çavkaniyên Wezaretê de jî got: “pola bi tenê danîne li ser banî. Ji bo bibêjin va ye me bi vî rengî çêkiriye, vî tiştî dikin. Wî destnîşan kir ku beton rijandine jêr, dîwar û kolonên avahiyê jî beton in.
Lijneya Parastinê ya Rihayê destûr daye
Beriya niha bi sê mehan li Mêrdînê Lijneya Herêmî ya Parastina Berhemên Çandî hatiye avakirin. Ji bo projeyên beriya sê mehan, Lijneya Rihayê destûr dida ku ya Darayê jî vê lijneyê destûr daye.
Li gorî malpera îhaleyên dewletê tên ragihandin a bi navê ekap.kik.gov.tr projeya Darayê dane şîrketek bi navê DE-NAYê. Li gorî vê îhaleyê, çêkirina avahiyê di 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan destpê kiriye û wê ji bo vî karî 5 milyon û 910 hezar TLyî bidin şîrketê.
Şaredariya Bajarê Mezin du caran kêmgirî saz kirine
Li gorî zanyariyên di heman malperê de hatine weşandin, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo heman karî du caran kêmgirî saz kirine. Lê herdu caran jî kêmgirî betal bûne. Li gorî van zanyariyan, cara pêşiyê Serokatiya Karûbarên Fenê ya Şaridariya Bajarê Mezin a Mêrdinê di 22yê Nîsana 2022yan de kêmgiriyek bi hejmara 2022/325729an saz kiriye. Lê “ji ber sedema kesî daxwaz nekiriye” ev kêmgirî betal bûye. Ya din jî di 16ê Hezîrana 2022yan de bi hejmara 2022/528050 hatiye ragihnadin. Ew jî bi sedema “wê bê nûkirin” di 3yê Hezîrana 2022yan de betal bûye.
Nûçe: Bianet
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin