Odeya Pizîşkên Amedê: 200 kes bi koronayê ketine
Odeya Pizîşkên Amedê ya bakurê Kurdistanê di duyem raporta xwe ya teybet bi Koronayê de ragihandîye, ku 200 tûşbû li parêzgeha Amedê hatine tomarkirin .
Navenda Nûçeyan - Li gor raporta Odeya Pizîşkên Amedê heya niha 200 kes li parêzgeha wan tûşî vîrusa Koronayê bûne û her wiha zêdetirî 300 kes jî hatine kerentînekirin.
Raportê bal kişandîye ser wê yekê ku du tûşbûyên Koronayê karmendên tendirûstîyê ne.
Di derbarê pişknînên vîrusa koronayê Odeya Pizîşkên Amedê behsa kemtir xemîyan dike û dibêje, li gor hejmara niştecihên wê parêzgehê pişknînên hatine kirin gelek kêm in û pêwîst e hejmara pişkînan li gor niştecihan be .
Herwiha di wê raportê de hatîye gotin, ku piştî belavbûna vîrusa koronayê, nexweşxaneyên taybet pizîşk û karmendên xwe şandine malê û her wiha mûçeyê hinek pizîşk û karmendan hatîye kêmkirin heya ku neçarbin dest ji karê xwe ber den
Li gor Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê , di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de 76 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara qurbanîyên koronayê li Tirkîyê bo 725 kesan bilind bûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin