Ofîsa Barzanî bersiv da Xezelî: ‘Pêşmerge qebûl nake’

Ofîsa Barzanî bersiv da Xezelî: ‘Pêşmerge qebûl nake’

.

A+A-

 Ofîsa Barzanî da zanîn ku Pêşmerge dîrektîv û sepanên ti kesî qebûl nake.

6ê Tebaxa Îsal hinek topên Howitzersê radestî Pêşmergeyan hatin kirin.

Hinek aliyên Îraqê li dijî vê yekê derketin û wan bertekên tund nîşan dan.

“Em red dikin ku topên Howitzersê bidin Pêşmergeyan”

Herî dawiyê Emîndarê Giştî yê Tevgera Esayîba Ehlê Heqê Qeys Xezelî doh li dijî vê yekê derket û got:

“Em red dikin ku topên Howitzersê bidin Pêşmergeyan û hêzên din ên cihî. Divê tenê bi artêşa Îraqê re hebin.

Divê ev xeletî were rastkirin û wan topan li artêşa Îraqê vegerînin.”

“Em di bîra we tînin…”

Şêwirmendê Ragihandinê yê Ofîsa Barzanî Kîfah Mehmûd bersiv da Qeys Xezelî û got:

“Em di bîra we tînin, Destûrê pesend kiriye û qebûl kiriye ku Pêşmerge beşeke sîstema leşkerî ya niştimanî ya Îraqê ye ku jê cuda nabe.

Her wiha maf heye çek û teqemeniyan bidin Pêşmergeyan da ku hevtayê wê rola xwe ya dîrokî û bişeref be ku di têkoşîna bi dîktorar û zulimkaran re gerandiye.”

“Pêşmerge dîrektîv û sepandinên ti kesî qebûl nake”

Kîfah Mehmûd da zanîn ku Pêşmerge dîrektîvên kesî qebûl nakin û got:

“Wekî ku di Destûrê de jî hatiye gotin Pêşmerge dîrektîv û sepandinên îradeya ti kesî qebûl nake.”

Çi bûbû?

6ê Tebaxa Îsal hinek topên Howitzersê radestî Pêşmergeyan hatin kirin.

Mihemed Helbûsiyê Serokê Partiya Teqedûmê 14ê Îlonê li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî:

“Em bi her awayî vê yekê red dikin ku çekên giran bidin hêzên cihî.”

Wezareta Parastinê ya Îraqê 19ê Îlonê ragihand ku Pêşmergeyan topên Howitzersê bi destûra wan wergirtine.

Wezareta Parastinê ya Îraqê daxuyand ku topên Howitzersê 20ê Çiriya Paşîn a 2023yan gihiştine Bendera Umqesrê lê piştî ku salek derbas bûye bi pesendkirina Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî radestî Pêşmergeyan hatine kirin.

Wezaretê amaje pê kir ku hemû rêkarên fermî hatine bicihanîn û xwest ku kes ji “nûçeyên derew” û gotegotan bawer neke.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin