OHD: Di xwepêşandanên qeyûman de 102 kes hatine girtin
.
Komaleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di raporek belav kir, li gorî raporê di xwenîşandanên qeyûman de 407 kes hatine desteserkirin û 102 kes hatine girtin.
OHDyê ragihand ku bi rêya danîna qeyûman li ser 9 şaredariyan mafê hilbijartinê yê milyonek û 777 hezar û 120 welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistan hatiye binpêkirin.
Li gor raporê di xwepêşandanên dijî qeyûmên 9 şaredariyan de jî 407 kes hatine desteserkirin û 102 kes ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.
“Tayînkirina qeyûman binpêkirineke mafên mirovan e”
Rapor bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin û di raporê de wiha hat gotin:
”Me raporek derbarê 9 şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatine danîn û binpêkirinên piştî wê pêvajoyê de amade kir.
Qeyûm binpêkirineke mafên mirovan e. Divê karên xespkirin, bêedaletiyê û nehiquqî yên desteserkirina îradeya gel bi lez bên bidawî anîn.”
Di raporê de amaje bi wê yekê hat kirin ku pêla tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan 3yê Hezîrana 2024an bi Şaredariya Colemêrgê dest pê kiriye.
Pişt re li pey wê li ser şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dêrsim, Pilur, Miks û Akdenîz berdewam kiriye.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe yên derbarê tayînkirina qeyûman de diyar dike ku hevserok û serokên şaredariyan ‘wekî tedbîr’ ji kar hatin dûrxstin.”
Pêngava qeyûman sala 2016an dest pê kir
OHDyê her wiha di rapora xwe de bibîrxist ku pêngava tayînkirina qeyûman cara yekem piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Temûza 2016an di serdama “Rewşa Awarte” de bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê De (KHK) dest pê kir.
D qonaxa yekem de 95 hevserokên şaredariyê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di hilbijartinên xwecihî yên 2014an de hatibûn hilbijartin ji erkên xwe hatine dûrxistin.
Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an HDPyê 65 şaredarî bi dest xistibûn.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê her wiha li cihê hevserokên 48ê şaredariyên HDPyê qeyûm tayîn kiribû.
DEM Partî û CHPyê doz vekirine
Komaleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê di rapora xwe de diyar kir ku li Weezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3 caran qeyûm li ser şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn û Êlih tayîn kiriye.
Her wiha li Dêrsim, Pilur, Miks, Xelfetî û Akdenîzê jî 2 caran qeyûm hatiye tayînkirin.
Li ser şaredariya Esenyurt û Akdenîzê jî cara yekem qeyûm hatiye danîn.
OHDyê di rapora xwe de amaje bi wê yekê kir ku Komîsyonên Hiquqê yên CHP û DEM Partiyê ji bo dûrxistina qeyûman ji ser 9 şaredariyan doz vekirine.
“Mafê hilbijartinê yê 1.7 milyon kesî hatiye binpêkirin”
OHDyê eşkere kir ku bi tayînkirina qeyûman a li ser 9 şaredariyan mafê hilbijartinê yê milyonek û 777 hezar û 120 dengderan hatiye binpêkirin.
Komaleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê bi bîr xîst ku li bajar û navçeyên ku qeyûm li ser şaredariyên wan hatine tayînkirin qedexeyên çalakiyan hatine ragihandin.
Li gelek bajaran xwepêşandanên li dijî qeyûman destpêkirine lê hêzên ewlehiyê bi gazên hêsirrêj, guleyên plastîk û avê midaxaleyî xelkê kirine.
407 kes hatine desteserkirin û 102 kes hatine girtin
OHDyê di dawiya rapora xwe de eşkere kir ku di xwepêşandanên li dijî qeyûman de li Tirkiyê Bakurê Kurdistanê bi giştî 407 kes hatine desteserkirin û 102 kes ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.
Li gorî rapora OHDyê hejmara ew kesên hatine desteserkirin û girtin wiha ne:
“Li Êlihê 219 kes hatine desteserkirin, 37 kes ji wan hatin girtin û 115 kes bi mercê kontola dadî hatin berdan cezayê girtina malê li 5 kesan hatiye birîn.
Li Xelfetiyê 27 kes hatin desteserkirin, 1 ji wan zarok 12 kes hatin girtin û 15 kes bi mercê kontrol dadî hatin berdan.
Li Mêrdînê 41 kes hatin desteserkirin, 9 kes hatin girtin û 20 kes jî bi mercê kontrol dadî hatin berdan.
Li Dêrsimê 29 kes hatin desteserkirin, 11 kes ji wan hatin girtin û 15 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
Li Colemêrgê jî ji ber xwepêşandanên qeyûm 26 kes hatin desteserkirin.
Li Akdenîzê jî di xwepêşandanan de 40 kes hatin desteserkirin, 16 ji wan hatin girtin û 17 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
Li Stenbolê jî di lêpirsîneke derbarê qeyûman de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û xwepêşandan û çalakiyan 25 kes hatin desteserkirin û 17 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.”
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê heta niha 2 jê yên CHPyê û 8 jê jî yên DEM Partiyê qeyûm bi ser 10 şaredariyan de tayîn kiriye.
Herî dawî doh Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya wekî qeyûmê Sêrtê hatibû tayîn kirin.
Di vê were gotin ku amarên binpêkirinên yasayî yên Sêrtê di rapora OHDyê de cih negirtine.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin