Omer Muxtar ”Leion of the Desert” û Şêx Seîd
Carna fîlmek ji sed kitêban baştir bûyereka dîrokî îfade dike ku meriv ji wî fîlmê sûd werdigre û di quncikek mêjiyê merivan de ciyê xwe mihafaze dike. Filmê ”Leion of the Desert” (Şêrê Çolê) yê yek ji wan fîlman e. Di sala 1981ê de li Beyrûdê wexta em bi grûbek hevalên re çûbûn sinemayê û fîlmê temaşe kiribûn ku rola Omer Muxtar, Antony Quinn dilîst di tavilê de serîhildana Şêx Seîd anîbû ber çavê me ku hem bi kerekter û him jî bi naveroka xwe serhildan dişibiyan hev.
Di wî fîlmê de Antony Quinn bi rola xwe ya serkeftî ku şerê gelê Libyayê li hember mêtingehkariya Italyayê bi aweyekî wilo anibû zimên ku bêyî em zimanê fîlm fehm bikin devê me vekirî mabû, nêzî 3 seatan bi şewq û heyecaneka mezin me temaşeyê fîlm kiribû û zewqek mezîn jê wergirtibû û her yek ji me xwe neferekî serhildana wî fîlmê dîtibû.
Wê demê em li Libnanê bûn, me di kampên filistiniyan de perwerdeya leşkerî dîdît û armanca me ew bû ku em jî li hember metingehkariya Tirk serî hildin ji bona wê jî vî filmê şerê azadiya Libyayê li hember kolonyalîzma Italyayê tesîreka nedîtî li me kiribû û adeta em pê motîve bibûn.
Romana Metin Aktaş a bi navê ”Nişancî” bibe senaryoya fîlmêk Şêx Seîd û lehengê wî filmê Mel Gibsson be, bi baweriya min dê ev film di sewiyeya filmê Omer Muxtar yê”Leion of the Desert” de be û ku siyaset tedaxulê hunerê neke dê film ihtîmaleka mezin di festivalên navneteweyî de xelat werbigre.
Miletên dinyayê bi taybet jî miletên bindest yên ku li dijî mêtingehkariyê serîhildane bi temamî û tevayî xwedî li tarîxa xwe derketine û bi perspektifa tarîxa xwe pêşeroja xwe tayîn kirine. Lê em kurd derveyî vê çerçeweyê ne, ne em tevayiya tarîxa xwe dizanin ne jî em tevayî xwedî lê derdikevin.
Di salên 1920î de mêtingehkariya Italyayê di bin seroktiya faşîst Musolinî de li hember gelê Libyayê û serhildana wê ya di bin rêbertiya Omer Muxtar de çi kiriye, Mustafa Kemal jî di bin navê avakirina dewleteka li ser yek miletî de li hember gelê kurd û serhildana wê ya milî ya Şêx Seîd de eynî tiştî kiriye. Hem Omer Muxtar û hem jî Şêx Seîd herdu jî li dijî mêtingehkariyê serî hildan e û di eynî wextê de serokê dinî bûne û qedera wan herduyan jî eynî bûye; herdu jî hatine dîlgirtin û ji aliyê rejimên mêtingehkar ve hatine dardekirin.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin